Piştî goristanên dîrokî avaniyên dîrokî jî hatin hilweşandin

Dagirkerê Şaredariya Edremîtê ku goristana Ermenan a Wanê hilweşandî, niha jî avaniyên dîrokî yên li navçeyê bi gotinta ‘avaniyên metrûk’ in yek bi yek hildiweşîne.

Navçeya Edremîtê ya Wanê ji hêla dîrok û sirûşta xwe ve yek ji dewlemendtirîn devera Kurdistanê ye. Li navçeya Edremîtê ku yek ji navenda turîzma Wanê ye, 2014’an di hilbijartinên xwecih de DBP bi ser ketibû. Di demeke kurt de şaredariya DBP’ê xebatên girîng kirin, piştre AKP’ê dest li ser şaredariyê danî.

Dagirkerên Şaredariya Edremîtê beriya niha jî li ser til û goristana Ermenan tiwalet dabû çêkirin. Hestiyên goran jî li derdorê belav bûbûn. Wekîlê HDP’ê yê Ermen Garo Paylan ji bo ku tiwalet li ser goristana Ermenan hatibû çêkirin helwest nîşan dabû.

AVANIYÊN DÎROKÎ YÊN WANÊ DI HEDFA QEYÛM DE NE

Tilê ku li taxa Dîlkaya ye û bi asta 1’ê qada sîtê ye beriya niha qeyûmê ziyan dabûyê.  Li Tilê Dîlkaya ji beriya mîladê bi 3 hezar salan heta bi serdema navîn bermahiyên dîrokî hatibûn dîtin. Li derdora til 24 gorên urne ên serdema urartûyan hatibû dîtin. Di kolanan de ameliya pêşî ya ‘vekirina pencereyê’ ya li ser qoqê serê însên li vir hatibû çêkirin.

Qeyûmê Edremîtê niha jî malên dîrokî yên Wan û Edremîtê bi gotina ‘avaniyên metrûk’i n yek bi yek hildiweşîne. Li navend û taxên Edremîtê bi sedan avaniyên dîrokî bi kepçeyan hate hileweşandin.