Piştî dêran goristanên Ermenan jî xira dikin
Ji qirkirina Ermenan çend mîrateyên dîrokî û bermahiyên dêran mabûn, lê ev jî yek bi yek têne tinekirin.
Ji qirkirina Ermenan çend mîrateyên dîrokî û bermahiyên dêran mabûn, lê ev jî yek bi yek têne tinekirin.
Dewlet, parastina mîrateyên dîrokî li aliyekî, hewl dide bi lez û bez hemûyan tine bke. Kêlên goran ên ji Ermenan mayî û bermahiyên dêran ji hêla gencînageran ve têne rakirin.
Li Wan û navçeyên wê gelek bîrdarî, gor û kêlên ji Ermenan mayî, weke parçeyek ji qirkirina 1915’an têne rakirin û dizîn. Mîrateyên dîrokî û bermahiyên dêran li hin gundan kirine kox û li hin deveran kirina otopark. Qeyûmê navçeya Artemêtanê li ser gorên Ermenan tiwalet daniye û qira mîrateyên dîrokî tîne.
KÊLÊN GORAN RADIKIN Û DIDIZIN
Li navçeya Misk a Wanê mîrate û bermahiyên ji Ermenan mayî ji hêla gencînegeran ve hate tinekirin. Kêlên goran ên ku ji hêla Ermenan ve hatine çêkirin gencîngeran dizîn .
Piştî 100 salî jî hewl tê dayin ku mîrateyên dîrokî were tinekirin. Ji bo parastina dêr û bermahiyên dîrokî yên Ermenan ti rayedar tiştekî nake. Berevajî qeyûmên ku anîne ser şaredariyan mîrateyên dîrokî yek bi yek tine dike.