Piştî daxuyaniyên Erdogan êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn!

Çeteyên DAIŞ’ê piştî Kerkukê êrîşî Kifrî jî kirin. Di êrîşan de şivanek hate qetilkirin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di rojên derbasbûyî de bi daxuyaniya ‘êrîşên bi ser Tirkmeman  de nayê qebûlkirin’ qala çeteyên xwe yên ÎTC’ê yên li Kerkukê kir û piştre li Kerkûk û Kifriyê êrîşên DAIŞ’ê dest pê kir. DAIŞ’ê roja 18’ê Sibatê êrîşî nuqteyeke Heşdî Şabî ya dikeve başûrê Kerkukê kirin û şevê din jî êrîşî herêma Germiyan ya bajarê Silêmaniyê kirn.

BARAN: DEMA KU REVIYAN MAYÎN ÇANDIN

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Kûşelan yê Kifriyê şivaneke Ereb revand. Li ser vê yekê hêzên asayîş û pêşmerge ketin nava tevgerÊ û di navbera hêzên pêşmerge û çeteyan de şer derket. Di dema şer de çeteyên DAIŞ’ê şivanê Ereb qetil kirn û xwestin ji herêmê dur bikevin. Têkildarî mijarê Berpirsê Hêzên Pêşmerge ya Germiyanê Cemal Baran ev agahî da; “Li gundê Kûşelan yê navçeya Kifriyê 8 çeteyên DAIŞ’ê şivaneke Ereb revandin. Li ser vê hêzên asayîş û pêşmergeyan li herêmê dest bi operasyonê kirin. Demeke kurt di navbera hêzên asayîş, pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de şereke kurt derket. Çeteyên DAIŞ’ê di şer de reviyan û li pey xwe mayîn çandin, di encama teqîna mayînê de 3 pêşmerge birîndar bûn. Pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneyê û têne dermankirin.”

LI DERDORA PIRDÊ, KERKUKÊ HEBÛNA DAIŞ’Ê

Çeteyên DAIŞ’ê 18’ê Sibatê êrîşî nuqteya Heşdî Şabî ya dikeve başûr rojavayê Kerkukê. Di êrîşê de 27 endamên Heşdî Şabî û 8 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Balefirên şer yên girêdayî hêzên koalîsyonê 27’ê Sibatê herêmên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora Pirdê bombebaran kirîbû.

DAIŞ piştî Kerkuk, Pirdê êrîşî Kifrî kir û hebûna xwe ya li herêmê bi taybet bi piştî daxuyaniyên Erdogan ketine nava tevgerê.