Piştî 7 mehan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yenî dan malbatê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zindan Yenî yê ku li bejahiya navçeya Pîranê di şer de şehîd bû, piştî 7 mehan radestî malbatê hat kirin. Leşkeran nehişt malbat şîna xwe dane.

Gerîlayê HPG’ê Zindan Yenî yê di Îlona 2021'ê de li gundê Pirêjman ê navçeya Pîran a Amedê di şer de şehîd bibû. Leşkeran di 9'ê Mijdara 2021'ê de haya malbatê pê xistibû ku Yenî şehîd bûye. Bi vê xeberê re malbat jî ji bo cenazeyê Yenî wergire serî li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê dabû. Lê dozgeriyê bi hinceta ku bi derengî ketiye serlêdana malabtê qebûl nekiribû.

Piştî rojekê û şûn de dozger berê malbata Yenî dabû Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dozgerî ku bi hinceta ku şopa tiliya Yenî heye, ji bo testa DNA'yê xwîn negirtibû, lê vê carê jî bi hinceta ku "sedema mirina wî nediyar e" û ji bo vekolandina sedema mirina Yenî, cenaze nedabû malbatê. 

Hat hînbûn ku ji bo hînbûna sedema mirina Yenî cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hatiye şandin.

Dozgeriya Komarê ya Pîranê piştî 7 mehan ji bo radestkirina cenaze gazî malbatê kir. Malbata Yenî jî ji bo cenaze wergire ji Amedê çû navçeya Pîranê. Li vir piştî kar û barên li dozgeriyê malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan wergirt û bir gundê Mûliksara yê navçeya Farqîn a Amedê.

Gava malbatê cenaze anî gund leşkeran gund dorpêç kir. Leşkeran nehişt kes tev li merasîma cenaze bibe û piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yenî li goristana gund hat veşartin.

Li gor agahiyên bi dest ketine malbata Yenî xwestiye şînê deyne, lê leşkeran nehiştiye.