Piştî 24 rojan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Mat dan malbatê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mezlûm Mat ê li Herekolê Şehîd bûbû, piştî 24 rojan û şûnde hate girtin. Cenazeyê Mat li Goristana Asir a li Cizîrê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Mezlûm Mat (Kendal Azad Botan) 19’ê Îlonê di bomberdûmana Balafirên Şer ên Bêmirov û Biçek (SÎHA) ya li Çiyayê Herekol a li bejahiya Xisxêrê ya Sêrtê de, şehîd bûbû.

Malbata Mat a serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabû, cenaze teşxîs kir û piştre cenaze nedan malbatê. Malbatê vê  carê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê da, bi rêya parêzera serî li dozgeriyê da.

Nimûneya xwînê piştî 24 rojan bi encam bû, cenazeyê Mezlûm Mat ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate girtin.

Cenazeyê Mat di bin dorpêça polîsan de li Goristana Asir a Cizîrê veşartin.