Piştî 2 salên destgîrkirinê 15 sal ceza lê hate birîn

Girtiyê siyasî yê Kurd piştî 2 sal destgîrkirinê, bi hênceta dijatiya xuda kiriye û endamê PJAK’ê ye, 15 ceza lê hate birîn.

Li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê Hisên Kemanger di 7’ê Gulana 2019’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû  destgîrkirin. Ji wê rojê ve Kemanger destgîrkirîbûû piştî 2 salan 15 sal ceza lê hate birîn.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, parêzer û malbata girtiyê siyasî yê Kurd Hisên Kemanger, di 27’ê Adara 2021’an de serdana şaxa yek ya Dadgeha Şoreş ya rejîma Îranê kirine. Endamên dadgehê ji malbat û parêzeran re gotin; “15 sal ceza li Hisên Kemanger hatiye birîn.”

Li gorî heman çavkaniyê Hisên Kemanger bi hêceta dijbertiya xuda kiriye û endamê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê ye (PJAK), 15 sal ceza lê birîne.