Piştî 114 rojan malbatan karî cenzeyê du gerîlayên xwe bigirin

Piştî 114 rojan cenazeyê gerîlayên HPG/YJA Starê Vedat Oklu û Yucel Yildiz ên di şereke li Bestayê de şehîd bûbûn, radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Vedat Oklû (Tolhildan Zêwkî) û Yucel Yildiz (Hebûn Zozan) ku di 8 Nîsanê de li qada Bestayê li gel 3 gerîlayên HPG/YJA Starê di şer de şehîd bûbûn, piştî 6 mehan radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin di 14'ê Hezîranê de serî li NExweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dabûn û ji bo DNA'yê xwîn dabûn. Piştî DNA li hev derket malat serî li dozgeriyê dan. Dozgeriyê cenazeyên li goristana bêkesan hatibûn veşartin hatin tespîtkirin û radestî malbatan hatin kirin.

Wê cenazeyê Oklû li Taxa Xaçort a Wanê û yê Yildiz jî li Geliyê Zîlan a navçeya Erdîşê bê definkirin.