Piştgiriya şaredariyê kêfa cotkaran anî

Ji ber alîkariya tov, şitil û amûran a Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'î ji bo cotkaran, berhemên bi kalîte hatin wergirtin.

Piştgiriya ku Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'ê da cotkaranên Wanê, kêfa wan anî. Li qadeke ji 750 donimî garisên bi kalîteyeke baş hate wergirtin.

Li navçeya Rêya Armûşê ku navçeya herî mezin a Wanê ye, çavkaniya bingehîn a debarê ya gel çandinî û sewalkarî ye. Mîna li bajarên din krîza aboriyê bandoreke neyînî li Rêya Armûşê jî kiriye. Welê li cotkaran hat ku nekarîn zeviyên xwe biçînin û sewalkariyê bikin. Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'î di demeke kurt de piştevaniya bi hezaran cotkaran kir. Cotkaran bi saya alîkariya Şaredariya Rêya Armûşê karîbûn zeviyên xwe biçînin. Şaredariyê di çarçoveya karên xwe yên piştevaniya pêşvebirina çandiniyê de alîkariya ji tov, şitil û amûrên bikaranînê da cotkarên li taxên bejahî.

BERHEMÊ BI KALÎTE

Cotkarên Wanê dest bi palehiya tovên ku ji Şaredariya Rêya Armûşê wergirtin kirin. Cotkarana bi alîkariya ku ji Şaredariya Rêya Armûşê wergirtin zeviyên ji hezaran donimî bi garis, genim çandin û berhemên bi kalîteyeke bilind wergirtin. Cotkaran dest bi palehiya garisên li qada ji 750 donimî kirin. Cotkarên Wanê ji piştgiriya Şaredariya Rêya Armûşê kêfxweş in.