Pîrozbahiyên li Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir
Li bajarên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya bi hezaran kesî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.
Li bajarên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya bi hezaran kesî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.
Li bajarên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya bi hezaran kesî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.
QAMIŞLO
Pîrozbahiyên li Qamişloyê ji her gelî bi beşdariya bi hezaran kesî, bi vêxistina agirê Newrozê hate dest pê kirin. Piştî ku dayîkên şehîdan agirê Newrozê vêxistin, qeydên deng ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser Newrozê hate guhdarî kirin.
HESEKÊ
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi hezaran kes beşdar bûn, piştî rêzgirtina deqîqeyekê bi vêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê dayîkên şehîdan, hate dest pê kirin.
Piştî vêxistina agir, axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed hate kirin.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser nirxandinên Newrozê yên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, hate nîşandan.
Pîrozbahî didomin.
DÊRIK
Li Dêrikê bi hezaran kes li ber Navenda Yêkîtiya Ciwanên Rojava ya Şehîd Bawer kom bûn. Gelê ku ji bo pîrozbahiya Newrozê kom bûn, alên Rojava-Bakurê Sûriyeyê hildan. Dêrikiyên ku cil û bergên kurdî yên rengîn li xwe kiribûn, qada Newrozê jî xemilandin.
Gaziyên şer û malbatên şehîdan agirê Newrozê vêxistin û pîrozbahiyê dest pê kir.
EFRÎN
Bi hezaran kesên li Kantona Efrînê, li qada Newrozê kom bûn. Piştî rêzgirtinê, dayîkên şehîdan agirê Newrozê vêxistin. Piştî vêxistina agir, sînevîzyona li ser nirxandinên Newrozê yên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, hate nîşandan.
HELEB
Piştî ku Rojhilatê Helebê ji çeteyan hate rizgar kirin, cara pêşîn Newroz hate pîroz kirin. Pîrozbahiya ku bi şîara “Bi giyanê Newroza Bakurê Sûriyeya Federal, em berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin” hat amade kirin, bi hezaran kes beşdar bûn. Pîrozbahiyê bi vêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê dayîkên şehîdan hate dest pê kirin.
Piştî vêxistina agir, fermandarê YPG’ê Nûrî Yekta axaftina destpêkê kir.
TIRBÊSPIYÊ
Li Tirbêspiyê bi hezaran kes li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Yekta Newrozê pîroz dike.
Li vir piştî ku agirê Newrozê bi destê dayikên şehîdan hate vêxistin dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.
Pîrozbahî bi stranên hunermendên Navenda Çanda Xêzil berdewam dike.
DIRBÊSIYÊ
Newroz bi tevlêbûna bi hezaran kesî dest pê kir û li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Newrozê tê guhdarîkirin.
Pîrozbahî bi stranên Koma Şehîd Delîla berdewam dike.
GIRKÊ LEGÊ
Li Girgê Legê jî bi hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bikin hatin cem hev û piştî deqeyek rêzgirtinê dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin.