Pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li Mexmûr destpê kir

TCM-TJCM’ê li Mexmûrê starta çalakiyên pîrozbahiyê ya 15’ê Tebaxê bi şahiyekê dan destpêkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TCM/TJCM) bi daxûyaniyekê starta çalakiyên 15’ê Tebaxê da.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Ciwana Gûneş daxuyanî da.

‘EM Ê BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ TÊKOŞÎNA GEL Û GERÎLA BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIN’

Guneş salvegera 37’an a 15’ê Tebaxê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna, gerîlayên azadiyê û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir. Guneş destnîşan kir ku di roja îro de li ser xeta Egîdan li Zagros û Metîna ruhê 15’ê Tebaxê berxwedaniyek bê hempa tê dayîn û got: “Em wek ciwan û gelê Botanê soz didin heta dawiyê li ser xeta Rêber Apo û Egîdan bimeşin. Em ê li hember Kurdên xwefiroş bisekinin û rê nedin îxaneta nav xweyî. Em ê bi ruhe 15’ê Tebaxê, tekoşîna gel û gerîla serkeftinê tacîdar bikin.”

Piştî daxuyaniyê pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî 15’ê Tebaxê’ ,’ Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.