'Peymana bi Rosneftê re li dijî destûra bingehîn e'

Serokê Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet diyar kir, peymana navbera Barzanî û Rosneftê li dijî Destûrên Bingehîn ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne.

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, roja 2'ê Hezîranê beşdarî Forûma Aboriyê ya Navneteweyî (SPIEF) a li St. Petersbûrgê bû û bi şîrketa petrolê ya Rûs Rosneftê re peymaneke petrolê ya ji bo 20 salan îmze kir. Li gorî vê peymanê, ev fîrma wê li 5 cihên cuda yên Herêma Kurdistanê petrolê derxîne, vê petrolê li parzîngehên Rosneftê yên li Elmanyayê paqij bike û piştre pêşkêşî bazara cîhanê bike. Bi vê peymanê re tê xwestin, hilberîna petrolê ya li Başûrê Kurdistanê ku rojane 700 hezar varîl e, bibe mîlyone varî. Li ser detayên vê peymanê agahî nehate dayin. Şîrketa Rosneftê daxuyaniyek weşand û got, "Ji bo şîrketa me peymaneke gelekî kêrhatî ye."

SEROKÊ KOMÎSYONÊ: HAYA ME JI PEYMANÊ NÎNE

Serokê Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet der barê peymana navbera Nêçirvan Barzanî û Rosneftê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li ser peymanê ti agahî ji wan re nehatiye dayin. Cewdet got, "Weke komîsyonê, weke serokê komîsyonê haya me ji vê peymanê nîne. Der barê peymanê de agahî ji me re nehate dayin. Haya parlamentê jî ji vê peymanê nîne."

'LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E'

Cewdet destnîşan kir, peymana navborî hem li dijî Destûra Bingehîn a Başûrê Kurdistanê ye, hem jî li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye. Cewdet wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, ev peyman li dijî xala li ser çavkaniyên xwezayî û petrolê ye, ku ev xala qanûnî di sala 2007'an de ji aliyê Parlamenta Başûrê Kurdistanê ve hatibû qebûlkirin. Li gorî wê xalê, peymanek li ser çavkaniyên xwezayî û petrolê were kirin, divê ev bi biryara parlamentê be. Peymanek ku li dijî parlamenta Başûrê Kurdistanê ye, gelo wê Destûra Bingehîn a Iraqê çawa destûrê bide? Lewma ev peyman li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye."

'ALIYÊN VEŞARTÎ YÊN PEYMANÊ ÇI NE?'

Cewdet anî ziman, naveroka peymanê ji parlamentê û gel tê veşartin, ev yek dibe sedema fikarên mezin û got, "Divê ji hikumetê were pirsîn: Dixwazim ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Petrolê bipirsim, ev peymana ji komîsyonê, ji parlamentê hatiye revandin, aliyên wê yên veşartî çi ne? Lazim e hikumet bersiva vê bide. Mîna li nava gel, ev peyman di nava me de jî rê li ber gumanan vedike."

'PEYMANEK JI ALIYÊ ÇEND KESAN VE HATIYE KIRIN'

Cewdet destnîşan kir, ev peyman ji aliyê mablatekê ya jî partiyekê ve hatiye kirin û got, "Çend kes bi tena serê xwe biryaran digirin, peymanan îmze dikin û dixin meriyetê. Peymanên bi vî rengî yên stratejîk, çima ji aliyê çend kesan ve tê kirin? Çima haya gel ji vê nîne? Berê jî ji ber peymaneke bi Danagazê re 2 mîlyon dolar ji dest çûbûn. Bi rengekî mafdar mirov ji vê yekê bi guman in."

BARZANÎ NAHÊLE HEWRAMÎ AGAHIYÊ BIDE PARLAMENTÊ

Serokê Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet got, "Li Başûrê Kurdistanê ti qanûn bi cih nayê anîn. Lê li deverên din ên cîhanê di vê mijarê de qanûn hene. Pîvana zelaliyê heye. Lê li gel me, malbatek an jî partiyek van biryaran digire û bi cih tîne." Cewdet wiha dewam kir: "Me beriya niha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Petrolê Aştî Hewramî vexwendibûn parlamentê ji bo agahiyê bide. Lê belê Serokwezîr Nêçirvan Barzanî destûra vê neda. Ji ber ku dizanîbûn, eger mijar bikeve rojeva parlamentê wê her tişt derkeve holê û Hewramî jî neçar bimîne îstifa bike."

ROSNEFT JI PEYMANÊ KÊFXWEŞ E

Der barê naveroka peymana navbera Nêçirvan Barzanî û Rosneftê de agahî nehate bidestxistin. Lê belê berdevkê çapemeniyê yê Rosneftê Mîhaîl Leontyev li ser peymanê got, wan kontrateke ku feydeyeke gelekî mezin li wan dike îmze kirine. Midûrê Îcrayê yê Rosneftê Îgor Sechîn jî got, "Tevî vê yekê wê hin peymanên din jî bên mohrkirin" û diyar kir, peymanên ji bo wan kerhatî ne, wê ne tenê ev be.