Peyama penaberên Botanê yek e: Xwedî li vîn û rûmeta xwe derkevin

Welatiyên Mexmûrê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûne, têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê bang kirin û gotin, ji bo aştî, azadî, demokratî û vegereke bi rûmet dengê xwe bidin HDP’ê û xwedî li vîna xwe derbikevin.

Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ê ku parçeyek ji gelê Botanê ye ku bûne qûrbanê siyaseta înkar û tinekirinê, bang li gelê Botanê û hemû Kurdistaniyan kirin ku 24’ê Hezîranê bikin roja hesab pirsînê. Gelê koçber ên Botanê diyar kirin ku divê her kes dengê xwe bide HDP’ê û xwedî li vîn û rûmeta xwe derbikevin.

 ‘JI BO AZADIYA HEVŞAREDAR, WEKÎL Û GIRTIYÊN SIYASÎ HDP’

Hevşaredarê Mexmûrê Abdulkerîm Tunç: Siyaseta îtifaqa faşîzma AKP-MHP’ê tinekirina gelê Kurd e. Ji bo heyîn û desthilata xwe bidomîne, bi hemû hêza xwe bi ser Kurdan ve tê. Yekan e ev hedef jî aliyê siyasî partiya piştgiriyê dide Kurdan HDP ye. Bi destgîrkirin, girtin û qirkirinê dixwaze xwe li ser lingan bigire. Ev îtifaq AKP-MHP’ê bi destê xwe dawiya xwe tîne. AKP dijminê hemû Kurdan e. Ji bo azadkirina hevşaredar, wekîl û hemû girtiyên siyasî û hesab pirsînê divê gelê Kurd bi taybet gelê Botanê dengê xwe bidin HDP’ê û xwedî li vîna xwe derbikevin.

24’Ê HEZÎRANÊ ROJA HESAB PIRSÎNÊ YE’

Xebatkarê Semta Şehîd Çîçek Botan Nezîr Tekîn: Dewleta Tirk a xwedî hişmendiyeke faşîst a bi sedê salan e li dijî Kurd û Kurdistanê siyaseta tinekirinê dide meşandin. Ji bo wê li dijî Kurdan xwedî dijminahiyeke kûr û dirêj e. Gelê Kurd wê li dijî vê zilmê serî netewîne û xwedî li îradeya xwe derkeve. Gelê Kurd vê qirkirin û zilmê qebûl nake û 24’ê Hezîranê roja hesab pirsînê ye. Ji bo dawî anîna qirkirin û faşîzma li dijî Kurdan divê her kes dengê xwe bide HDP’ê.

‘EM DIKARIN DAWIYA FAŞÎZIM Û QIRKIRINÊ BÎNIN’

Hevseroka Diwan Meclîsa Gel Marya Bozan: Ev hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd derfeteke ya serketinê ye. Em dikrin vî derfetî bi başî bikar bînin û vegerînin dawiya faşîzm û qirkirinê. HDP ji bo vê rêya herî sereke û vebijêrka rast e. Ji bo jiyanek wekhev û aram divê jin û ciwan dengê xwe bidin HDP’ê û sindoqan biparêzin.

‘JI BO DAWÎKIRINA ZILMÊ JIN LI DORÎ HDP’Ê BIBIN YEK’

Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel Filîz Bûdak: Sîstem û dewleta Tirk êdî pîr bûye, ji bo pirsgirêkên Kurd û Tirkiyeyê nabe bersiv. Divê bê guhertin. Bi sorkirina faşîzmê dixwaze li dijî Kurdan qirkirinê bidomînin. Yekan e yên herî zêde para xwe ji van êş û qirkirinê digire jin in. Ji ber ku ne tenê jinên Kurd ji vê para xwe digire, divê jinên Tirk û pêkhateyên din jî destê xwe dirêjî jina Kurd bike û bi hev re li dijî vê faşîzmê serî rake. Ji bo dawîkirina destdirêjî, destavêtin, kuştin û zilam li ser jinê dawî bikin, hemû jin berê xwe bidin HDP’ê û li dorî HDP’ê bibin yek.

‘JI BO HESABPIRSÎNA KOMKUJÎ Û KIRYARÊN DIJ MIROVAHIYÊ 24’Ê HEZÎRANÊ GAVA YEKEM E’

Mamoste Sedîq Benek: Ev bi salan e Kurdan bi Kurda, eger gotin di cih de be bira bi bira, bav bi kur, bi keç didin qetilkirin û kuştin. Li dijî Kurdan sîstema helandin û tinekirinê tim di dewrê de ye. Li dijî Kurdan talan, qetilkirin û koçberî kêm nebûye. Di salên 1990’an de bi sed hezaran welatî hatin koçber kirin û bi sedan gund hatin talankirin û koçberkirin. Dîsa komkujiya Roboskî, Dersim, Geliyê Zîlan, herî dawî li bajarên Kurdan, Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever û Silopiya hatin wêrankirin û ciwanên Kurd li pey panzeran hatin kişandin, bi zindî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Ji bo hesabên van komkujiyan bê xwestin 24’ê Hezîranê gava yekem e.

‘BILA DAYIKÊN KURD CENAZEYÊ DAYIKA TEYBET LI BÎRA XWE BÎNE Û WISA DENGÊ XWE BIDIN’

Dayîka Şehîdan Eyşê Îlhan: Ji bo êdî dayik bes bigirîn, êşê bikişînin. Divê gelê Kurd û bitaybet dayik dengê xwe bidin xwe û xwedî li vîna xwe derkevin. Êşa me tevan yek e. Zarokên dayikên Kurd û Tirk tên kuştin. Kuştina zarokên me ne xema dewletê ye. Ji bo dawîkirina xwînê û aştiyeke mayîn de divê dayik dengê xwe bidin HDP’ê. Heta cenazeyê dayika Teybet li bîra dayikan be divê dengê xwe bide xwe, heta jêrzemînên hov ên Cizîrê dengê Mehmet Tunç li ber guhê Kurdan were divê xwedî li vîn û wekîlên xwe derkevin.

‘HDP NE PARTIYA JINÊN KURD, PARTIYA HEMÛ JINA NE’

Endamê Kordinasyon Meclisa Îşter Şilan Guler: Dewleta Tirk weke ku ti pirsgirêka Tirkiye nîne, azad û aram dijî, Kurdin sedemê xirakirina vê aramiyê dikin hedef. Di Tirkiyeyê de yek ji beşê civakê yê herî zêde tê hedefkirin jin in. Bi siyasetekî qirêj êrîşî jinê bi taybet jina Kurd tê kirin. HDP partiyeke ya jinê ye. Ji bo vê divê her jinek xwe di HDP’ê de bibîne û ji bo rizgariyê piştgirî bide HDP’ê. HDP ne partiya jinên Kurd, partiya hemû jinan e. Ji bo wê divê dengê jinan di HDP’ê de di asta rekorê de be.

‘24’Ê HEZÎRANÊ DERFETEKE, LI XWE VEGERIN’

Endamê Têkiliyên Karê Derve Mehmûd Manaq: Ev bi sala e weke gelê Kurd û bi taybet gelê Mexmûrê rû bi rû yê dijminkî xwînxwar û qirker e ne. Dewleta Tirk Kurdê mîna xwe dixwaze, Kurdê ser xwar û helandî dixwaze. Dibêjin ‘Pirsa Kurd nîne, pirsa terorê’ heye. Weke ku pirgirêka Kurd çareser kiriye, mafê Kurdan daye. Qaşo bi gotinê ‘teror’ maye. Divê em bi van lîstina nexapin. Ev bi salan e bi heman şêweyî me qetil dike û bi dengên me dibe desthilat. Vê carê divê em rê nedin û 24’ê Hezîranê li bin lingan bidin. Bang li Kurdên ku bi salan e li gel dijmin kar dikim ku 24’ê Hezîranê derfetekî ku xwe ji qirêjiyê paqij bike ye. Ji bo vê werin dengê xwe bidin xwe û xayîntî bes e.

‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê FERQÊ NAXE NAVA KURDAN’

Niyazî Bûldan: Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê ferqa Kurdan nîne. Ji bo wê divê Kurd xwedî li şeref û rûmeta xwe derbikeve. Ev bi salan e em bi vê siyaseta dijmin hatine xapandin û bûne qûrbanî. Em kirin dijminê hev û bi hev dan şerkirin. Divê Kurd kiryarên AKP van 16 salên li ser desthilatê kirî, bibîr bixin û wisa li ser sindoqan deng bidin. Divê Kurd derba dawî û tolhilgirtinê li faşîzma AKP-MHP’ê bide. 24’ê Hezîranê roja hed û hesabê ye.

‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê XETA YEZÎD E’

Endamê Civaka Îslama Kurdistan (CÎK) Mele Elî Spêrtî: Hikiûmeta AKP’ê tim Kurdan bi Îslamê û berjewendiyên xwe xapandiye. Ew xeta faşîzmê diparêzin. Wê di agirê faşîzmê de bi xwe bişewitin. HDP’ xeta serketinê ye. faşîzma AKP-MHP’ê xeta Yezîd e. Bikaraîna Îslama şaş a ji aliyê AKP’ê ve xeta çeteyên DAIŞ’ê ye. Xeta dijî Îslamê ye. Partiya HDP’ê partiya parastina ol,netew, bawerî û ayînên cihê ye. Ji bo vê divê her kes dengê xwe bide HDP’ê û bi siyaseta Îslama nerm a xapînok nexape. Dengê xwe bide xwe. Dengê xwe bide partiya gelan HDP’ê.