Peyama KCK’ê ya ji bo Xerîb: Hevkar wê bên cezakirin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo malbata endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb peyama sersaxiyê şand. KCK’ê soza cezakirina hevkaran da.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo malbata endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê 5 Tîrmehê di êrîşa hewayî ya Tirk de şehîd bûye peyam sersaxiyê şand.

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Şehîdbûna Hevrê Helmet çawa ji bo we êşeke pir mezine, ji bo me, tevgera me û gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê jî girane. Eger em bikarin xewn û xeyalên hevrê Helmet pêkbînin, wê êşa me kêmtir bibe. Bi Hedef kirina hevrê Helmet, xwestin derbe li Tevgera Azadîxwaz a Kurd û bi taybet jî ya Başûrê Krudsitanê bixin. Xwedî derketina we û gelê welatparêz ê Başûr û tevahî gelê Kurd li şehîd Helbet, wê ji me re bibe çavkaniyek ji bo em xeyalên wî bi serkeftinê encam bikin.

Hevrê Helmet di nava têkoşîna xwe ya 25 salan a Tevgera Azadîxwaz a PKK’ê de, nimûneya kesayeteke şoreşger ya pêşeng bû. Rêveberek dilsoz bû û xoşewîst bû. Ew perwerdeya pak a di nava malbatê de û ji Rêber Apo girtibû, wî kiribû xwedî kesayetekî bihêz a exlaqî, siyasî, civakî. Hevrê Helmet, Endamê Konseya me ya Serokatiya KCK’ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû. Berê jî di nava xebatên Başûrê Kurdistanê de di asta pêşeng de cih girtibû. Di nava PÇDK’ê de mabû, erka serokatiya wê partiyê girtibû stûyê xwe. Erkên xwe bi rêkûpêkî pêk tîna. Xwedî têgihiştineke bihêz a civaknasiyê bû, ji ber vê her timî perwerde dida gel û hevrêyên xwe. Di çarçoveya pêkanîna yekîtiya netewî de xebateke mezin birêve bir. Bi israrbû li ser fikrên azadîxwaz ên Rêber Apo. Ev êrîş di heman demê de êrîşa li ser xeta fikrî û felsefî ya Rêber Apo ye.

Em xwedî derketina we ya li şehîd jî pir binirx dibînin. Em soz didin we û tevahî gelê xwe ji bo pêkanîna daxwazên hevrê Helmet û hemû şehîdên rêya azadiyê, bi derbeyên giran li dijmin xistin û cezakirina nokeran bersiva xayînan bidin. Wê armanca hevrê Helmet ku di oxira wê de canê xwe feda kir, mîsoger serbikeve.”