Peyama DBP'ê ya li ser 1'ê Îlonê: Divê tecrîd bi dawî bibe

DBP'ê bi wesîleya 1'ê Îlonê peyamek weşand û diyar kir, "Yê ku atmosfereke li derveyî şer biafirîne Birêz Abdullah Ocalan e."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi şerê li Rojhilata Navîn hate kirin û pêvajoya diyalogê hate bibîrxistin ku sala 2013'an ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hate bidawîkirin.

'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE, HEVDÎTIN BÊ KIRIN'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi şer û tundiyê bersiv ji lêgerîna Ocalan a ji bo aştiyê hatiye dayin û hate gotin, "Di vê demê de ku şer giran bûye, yê ku atmosfereke bêşer biafirîne dîsa Birêz Abdullah Ocalan e. Bi bidawîkirina tecrîda bi rêk û pêk a li ser Birêz Ocalan wê ev atmosfera bêşer bê afirandin. Ji bo dawî li vê pêvajoya bi xwîn bê anîn divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike hevdîtin tavilê dest pê bikin."