'Pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo heye'

Xizmên şehîdan ên ji çar parçeyên Kurdistanê destnîşan kirin ku rojeva wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin, "Azadiya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn zarûriyet e."

Xizmên şehîdan ên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî Konferansa 9. a Malbatên Şehîdan a li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bûn, dan xuyakirin ku rojeva wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Xizmên şehîdan ên beşdarî konferansê bûn ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd sedema man û nemanê ye. Malbatên şehîdan gotin, "Pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo heye."

'LI HER DERÊ TÊKOŞÎN'

Çinûr Mihemed Emîn ku ji Kerkûkê tevlî konferansê bû, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan divê li her cihî têkoşîn bê dayin. Çinûr Mihemed Emîn got, "Di serî de Erdogan, dewleta Tirk ji nêrînên Ocalan ditirse. Dewleta Tirk ji bandora Ocalan a li ser civaka Tirkiyeyê ditirse. Ji bandora Serok Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn ditirse. Divê gelê Kurd bi vê têgihiştinê ji bo azadiya Rêber Ocalan li her qadê têkoşînê geş bike."

'NÊRÎNA AZADIYÊ ŞÎN KIR'

Hêmin Sineyî yê ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî konferansê bû got, "Rêber Apo kesayeteke ku bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Rêber Apo ji bo gelê Kurd nêrîna mafên demokratîk û azadiyê ya hatiye jibîrikrin û windakirin, ji nû ve şîn kir. Ji ber vê yekê ev 20 sal in li zindanê tecrîdkirî ye."

'BÊYÎ FELSEFEYA WÎ EM NIKRAIN BIJÎN'

Hêmin Sineyî got, "Çawa ku doktorek ji bo başkirina nexweşekî derman dinivîsîne û bi nexweş re eleqedar dibe, Rêber Apo jî doktorê gelê Kurd e. Ne tenê yê gelê Kurd, ew doktorê gelên Rojhilata Navîn e" û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê hêzên dagirker û hêzên navneteweyî yên piştgiriya wan dikin bi tecrîdkirina Rêber Apo re dixwazin ji gel vegirin. Lê belê azadiya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn zarûriyet e. Lewma di serî de gelê Kurd divê hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Bêyî Rêber Apo û felsefeya wî em nikarin bijîn. Ji ber vê yekê em dibêjin jiyanek bê Rêbertî nabe."

'BI SAYA BANGA OCALAN EM SAX IN'

Pakîze Celal jî bi bîr xist ku beriya çeteyên DAÎŞ'ê sala 2014'an êrîşî Şengalê bikin, Ocalan ji bo civaka Êzidî bang kir û anî ziman ku ew azadiya xwe di nava azadiya Ocalan de dibînin. Celal got, "Malbata şehîdan be ya jî nebe, em weke gelê Şengalê dibêjin, bêyî Rêber Apo em nînin. Hebûna me bi hebûna Rêber Apo ve girêdayî ye. Em dixwazin Rêber Apo di nava me de be. Ji ber ku ew nebûya, em îro nedibûn. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê hatin, ew kesên ku bi salan e îdîa dikirin ji bo Şengalê rêbertiyê dikin, ti ji wan li holê nebûn. Lê belê Rêber Apo ji nava çar dîwaran kete nava tevgerê û ji bo rizgarkirina civaka Êzidî bang li gelê Kurd kir. Û eger em îro dijîn, ev yek bi saya banga wî ye. Li ku dibe bila bibe divê em ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Em dixwazin êdî Rêberê me li nava me be."

'ROJEVA ME DIVÊ AZADIYA OCALAN BE'

Sûltan Yildiztan jî destnîşan kir ku divê rojeva yekane ya gelê Kurd azadiya Ocalan be û got, "Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Pêwîste yekane rojeva gelê Kurd azadiya Rêberê me be. Ji ber ku ew ronahiya çavê me ye, hiş û mejiyê me ye. Êrîşa li dijî Rêbertî êrîşa li dijî gelê Kurd e. Bi vê bîr û baweriyê divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin û hewldanên xwe yên ji bo azadiya wî zêde bikin. Ji ber ku Rêbertî ne ji bo malbatekê yan jî eşîrekê îro girtî ye. Ew ji bo çar parçeyên Kurdistanê û hemû gelan girtî ye. Rêbertî ji bo me sedema man û nemanê ye."