'Pêwîstiya gelê Şengalê bi xweparastin û xweseriyê heye'

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Serokê PADÊ Qehtan Elî got, pêwîstiya civaka Êzidî bi xweparastin û sîstema xweser heye.

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengal û Serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Qehtan Elî, têkildarî mijar û rojeva kongreya 2. Meclîsa Avaker a Şengalê ji ANF'ê re axivî û got, "Eger îro em parastina xwe nekin kes nayê me naparêze."

Elî diyar kir, di 30-31'ê Gulanê de gelê Şengal û Meclîsa Avaker a Şengalê kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û destnîşan kir, ku di kongreyê de xala herî zêde derkete pêş, pêwîstiya Şeganlê ya bi xwerêveberî û xweseriyê bû. Elî anî ziman, navê Meclîsa Avaker a Şengalê jî di kongreyê de veguherî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê.

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehtan Elî ragihand, di kongreyê de gelek mijar hatine nirxandin û got, "Ji xweseriya Şengalê heta xwerêveberiyê û rewşa leşkerî gelek gotûbêj hatin kirin. Nirxandina van mijaran du rojan dewam kir.  Di nava du rojan de rê û rêbazên avakirina xwerêveberiya gelê Şengalê û pêkanîna xweparastinê hatin nirxandin. Em dikarin bêjin encamên baş ji nirxandinên kongreyê derketin."

Qehtan Elî diyar kir, di kongreyê de mijara Xweseriya Şengalê û sazûmankirina hêzên leşkerî bi dorfirehî hatine nirxandin.

Elî bal kişand ser beşdarbûna ciwanên Êzidî ya li nava Heşdî Şebî û wiha pêde çû: "Civaka me ya Êzidî û ciwanên me berê xwe didin nava Heşdî Şebî. Mixabin ev rewşeke pir nexweş e. Li şûna ku beşdarî wan bibin, bila bê cihê xwe di nava meclîsê de bigirin û xweseriya xwe mîsoger bikin."

Elî destnîşan kir, tevlîbûna ciwanan a li nava refên Heşdî Şebî nayê qebûlkirin û got: "Li şûna hûn tevlî Heşdî Şebî bibin werin beşdarî refên xwepastina Êzidxanê YBŞ/YJŞ'ê bibin. Xwe bi xwe biparêzin, civaka xwe ji her cûre xeteriyan biparêzin. Eger ku îro em xwe bi xwe neparêzin wê kes me neparêze. Me ev di fermana sala 2014'an de bi çavê xwe dît. Çi bi serê gelê me, jin, zarok, keç û kalên me hatin, me bi xwe dît. Ma qey hêz li vir nebûn, dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin? Kes neman, hemû reviyan. Dîsa em tenê man. Heta ku em xweseriya xwe û rêveberiya xwe saz nekin wê gelek fermanên din bi serê me rabin. Ji ber vê yekê divê em civaka Êzidî, bi taybetî ciwan di her astê de xwe tevlî kar bikin."

Elî bibîr xist ku kongre bi awayekî baş derbas bû û her kes ji lidarxistina kongreyê kêfxweş bû. Di dewama axaftina xwe de Elî got, "Ev cara destpêkê ye ku ji her derê civaka me ya Êzidî ji Rojava bigire heta Ewropa beşdarî kongreyê bû. Vê jî moraleke mezin da gelê me. Bi vê tevlîbûna xurt kongre pêk hat û meclîsa me ava bû."

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengal û Serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Qehtan Elî bal kişand ser xweseriya Şengalê û ev nirxandin kir: "Di serdema heyî de gelê me dixwaze bi rengekî xweser bijî û ne girêdayî ti hêzan be, tenê girêdayî hêza ji nava xwe be. Dema ku êrîşa çeteyan li ser Şengalê pêk hat kesî Şengal neparast, ji derveyî gerîlayan û kesên xwe gihandin çiya û di çiya de man û beşdarî nava hêzên Êzidxanê YBŞ/YJŞ’ê bûne. Bi saya wan me meclîsa xwe ava kir û niha di kongreyê de behsa xweseriya Şengalê kirin."

Elî destnîşan kir, ew bi hêvî ne ku 2. Kongreya Meclîsa Avaker a Şengalê bibe wesîleya Xweseriya Şengalê, sibehê bi xweseriya demokratîk roj li Şengalê hilê û xweserî ne tenê ji bo Êzidiyên Şengalê ji hemû Êzidiyên cîhanê re dixwazin.

Qehtan Elî herî dawî bang li hemû Êzidiyên li gelemperiya cîhanê kir ku beşdarî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengal û Hêzên Parastina Êzidxanê YBŞ/YJŞ’ê bibin, hêza xwe mezin bikin ku xweseriya xwe li pêşberî hemû cîhan û Iraqê îlan bike.