'Pêwîste kolanên Rojhilat bibe mîna serhildana 3'ê Reşemê'

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) Ciwana Sine diyar kir, erk û wezîfeyeke dîrokî ye ku ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rengê serhildana 3'ê Reşemê têbikoşin.

Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine di hevpeyvînek ya bi ajansa me re destgîrkirinên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê, 15’ê Reşemê û pêngava “Li dijî îdam û qetilkirinên jinan, dem, dema parastina jiyana azade” nirxand.

Sine di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser pêla destgîrkirinên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û got: “Rejîma Îranê ya dagirker ji her alî ve di nava krîzê de ye. Lewma fatûraya vê kirîzê jî ji civakê ferzdike. Rejîma Îranê bi destgîrkirinên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne, dixwaze dengê nerazîbûna kolanê serkut û bêdeng bike. Di vê çarçoveyê de pêwîste gelê me bêdeng nemîne û nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Sine diyar kir ku ti carî hizra azad nikare bê serkutkirin û wiha pêde çû: “Bi nêzîkbûna salroja 11’ê Sibata 1979 (roja ku hemû gelên Îranê li dijî zilma rejîma kraliyetê ya Îranê rabû serhildanê û rejîma heyî têkbir), rejîma Îranê ji bo pêşî li nerazîbûnên gel bigre pêla destgîrkirinên dawî daye destpêkirin. Rejîma Îranê ya dagirker bi pêşxistina tirsê di nava civakê de dixwaze pêşî li her cûre çalakiyên nerazîbûnê yên gel a di wê rojê de bigre. Ew di demekê de ye ku yên hatinî destgîrkirin bêyî ku werin darizandin û bêyî destûra dadgehê hatine girtin. Divê bi zanebûna li ser mijarê û nerazîbûnan vê siyaseta rejîma Îranê eşkere û bê bandor bikîn. Bê guman pêwîste bizanîn ku ti carî hizr û dengê azad nikare bê serkutkirin."

Ciwana Sine di dewama axaftina xwe de îşaret bi qetilkirina kolberan ya ji aliyê rejîma Îranê kir û ragihand: “Em her roj dibin şahidê qetlîama kolberan ya ji aliyê rejîma Îranê. Ev taktîk û dubarekirina siyasetekê ye ku li ser civakê tê ferzkirin. Divê wisa bizanin ku destgîriyên dawî û qetlîama kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê cûreyek ji terora dewletî ye. Di vê çarçoveyê de pêwîste ciwan û jin li hemberî van siyasetan bêdeng nemînin û dakevin qad û kolanan."

'WÊ KJAR JÎ TÊKOŞÎNA XWE YA LI SER BINGEHA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BILIND BIKE'

Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine têkildarê komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat û di heman demê de pêngava “Dem, dema azadiyê ye” jî axivî û anî ziman: “Pêwîste careke din kolanên Rojhilatê Kurdistanê mîna serhildanên 3’ê Reşemê, bi taybetî bi pêşengiya ciwan û jinan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî geş bibe. Niha li tevahiya cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn gelên azadîxwaz xwaziyarê azadiya Rêberê Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo êdî veguheriye rêbereke cîhanî. Lewma erk û berpirsiyartiyên me yên têkildarî azadiya Rêber Apo wek takê Kurd zêde û zêdetir bûye. Pêwîste bizanin ku Rêber Apo bi berxwendaniya xwe ya dîrokî û bêhempa ya 22 salan a li greva Îmraliyê, çanda berxwedan û têkoşînê fêrî me kir. Li ser vê bingehê wê KJAR jî têkoşîna xwe ya li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bike.”

Sine bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Pêwîste jin bi parastina xwe siyaseta rejîma Îranê têk bibin û ji holê rake. Divê hemû azadîxwazên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi nerazîbûnên xwe tevlî vê pêngavê bibe da bikarin erkê xwe yê dîrokî pêk bînîn."