‘Pêwîste aliyên siyasî li beramberî rewşa li Iraqê xwedî yek helwestê bin'

Tevgera Azadî têkildarî rewşa li Iraqê got; “Li ser gelê me plangeriyeke giştî heye û her kes dizane rewşa Herêma Kurdistanê nikare van nakokiyan rake. Pêwîste aliyên siyasî bi lez bicivin û li beramberî vê rewşê xwedî yek helwestê bin."

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li navenda xwe ya li Silêmaniyê têkildarî rewşa dawî ya li Iraqê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên û Berpirsê Desteya Dîplomasî yê Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî ve hate dayîn.

‘HÊZÊN LI HERÊMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE KAR DIKIN’

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û ev tişt got;

“Ev demeke dirêj e li herêmê nakokiyên di navbera DYE û Îranê de yên negihiştine ti lihevkirinan pêş dikevin. Bi taybet piştî bûyera 3’yê Çileyê ev nakokî gihiştin asta herî bilind. Bi vê bûyerê re bi taybet Rojhilata Navîn û Iraq bi giştî cîhan bi aloziyeke mezin re rûbirû maye. Ev hêz bêguman nikarin çareseriyê pêk bînin. Ji ber ev hêzên li herêmê tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Eleqeya nakokiya di navbera her du hêzan de bi berjewendî, azadî û mafê ti pêkhateyeke Iraqê re nîne. Rewşa Iraqê ya di pêvajoyeke hestyar de dibihure xerabtir dike. Di demên bihurî de jî hebûna hêzên welatên biyanî li ser xak û erdnîgariya Iraqê bûye sedema ku Iraq bac û qurbaniyên zêde bide. Heke di demeke kurt de rê li ber van binpêkirinan neyên girtin wê, gelên Iraqê rastî karesat û trajediyên mezin werin.

RÊBAZ ŞER NE ÇARESERIYE

Pêwîst e li ser xaka Iraqê biryara dijberî û reqabeta neyê kirin. Em rêbaza şer weke çareserî nabînin û danûstendinan berhemdartir dibînin. Girîng e ku gelê Iraqê bi rêbazeke demokratîk û bi giftûgo pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi pêvajoya aştiyê, jiyana pêkve û dûrketina ji zîhniyeta olperestî û mezhebgiriyê heye.

BANG

Weke Tevgerî Azadî em bang li tevahî aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta herêmê dikin. Berjewendiyên gelê me esas bigirin. Roleke girîng bidin siyasetê û di vê hevsengiya herêmê de bila hebûna me hebe. Bi taybet li ser gelê me plangeriyeke giştî heye û her kes dizane rewşa Herêma Kurdistanê nikare van nakokiyan rake, pêwîst e hizb û aliyên siyasî bi lez bicivin û li hember vê rewşê bibin xwedî yek helwest. Her hizb û aliyekî siyasî divê zanibe berjewendiyên gelê me di ser hemû hizban re ye.”