'Pêvajoya çareseriyê' û têgihiştinên şaş

Çareserî û aştî wê bi hêsanî nebe, di heman demê de dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya wê ya AKP-MHP'ê jî wê bi hêsanî xwe nede ber çareseriyê. Bi fen û fûtan wê bixwaze pêvajoyê manîpule bike û hewl bide têkçûna xwe ya dîrokî beralî bike.

ANALÎZ

Fîlozofê mezin Adorno bi gotina 'Jiyana şaş bi rengekî rast nayê jiyîn' tevkariyeke gelekî mezin li fikir û ramanê mirovahiyê kir. Bi vê têgihiştin û tespîtê re aqlê şaş, siyaseta şaş, fikrê şaş û nûnertiya şaş wê bi ti awayî bi navê gelan nikaribin karekî rast, çalakiyeke rast û çareseriyeke rast biafirînin. Li ser Girtîgeha Girava Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan yek ji polîtîkayên herî zirav ê şerê taybet û metirsîdar tê meşandin. Di ser Rêber Apo re hewl didin siyasetê, civakê, Tevgera Azadiyê ya Kurd û herêm bi temamî ji nû ve tê dîzaynkirin; ji bo serxistina vê armancê jî bombardûmaneke şerê qirêj tê kirin, nûçeyên reşkirinê û agahiyên manîpulatîf têne belavkirin. Rê û rêbazên vê bûyerê bi xwe kiryareke şerê taybet e. Tevgera Kurd û Rêbertiya wê ji sala 1993'an û vir ve bi bangên ji bo agirbestê sekn û helwesta xwe ya ji bo çareseriyê bi şênberî nîşan da û samîmiyeta xwe di asta herî bilind de raxist pêş çavan.

Li ser vê bingehê serokwezîrê wê demê Turgut Ozal û komek ji erkana dewletê ji bo pêvajoya çareseriyê pozîsyoneke cidî nîşan dan: "Turgut Ozal gava ku Serokkomar bû, xwedî wê bawerî û têgihiştinê bû ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî nikare bê çareserkirin. Ji bo çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd di nava lêgerînê de bû û di vê mijarê de jî digot, divê hin reform bêne kirin. Ozal di meseleya Kurd de nêrîneke cuda diyar kir û destnîşan kir ku divê mafên çandî û siyasî bêne naskirin. Bi taybetî dixwest, di mijara bikaranîn zimanê Kurdî de hin gav bêne avêtin." Lîderê YNK'ê rêzdar Celal Talabanî jî navbeynkarî ji vê helwesta polîtîk re kir û ji bo serxistina pêvajoyê gelekî hewl da. Rêber Ocalan di 17'ê Adara 1993'an de bi agirbesteke yekalî bersiv da pêvajoyê. Bi mirina Turgut Ozal a bi 'krîza dil' û bi guman a dema vegera ji Turkmenistanê pêvajoya sabote bû; kesê bi navê Şemdîn Sakik jî bi navê gerîla leşkerên nû kuşt û bi vî rengî pêvajo sabote bû. Tofana ku piştre rabû ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn.

Dewleta Tirk bi komployê bersiv da agirbesta 1'ê îlona 1998'an û di encamê de 15'ê Sibata 1999'an Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Li gel vê yekê jî di agirbest, aştî û polîtîkayên çareseriyê de timî israr kir. Ev lêgerînên li çareserî û aştiyê bi rengê Hevdîtinên Osloyê yên 2009'an dewam kir ku hem rayedarên payebilind ên dewletê hem jî rayedarên payebilind ên PKK'ê tevlî bûn û hêzeke sêyemîn hakemtî jê re kir. Dewletê careke din ev pêvajo hem ji bo siyaseta hundir hem jî ya derve veguherand stratejiyeke tasfiyeyê û bi operasyona herî mezin a siyasî ya dîroka xwe li Bakurê Kurdistanê tasfiye ji xwe re kir esas. Desthilatdariya AKP'ê ku bi FETO re hevkarî dikir, bi navê Operasyona KCK'ê xwest Bakur teslîm bigire.

Di demekê de ku bi Bihara Ereb re welatên Rojhilata Navîn ser û bin dibûn, desthilatdariya AKP-MHP'ê sponsorî ji rêxistinên terorê yên Îslamofaşîst re kir û li ser zemîna Sûriyeyê û Rojava ji bo tasfiyekirina paradîgmaya xeta 3'yemîn û pêkanîna armanca xwe ya Neo-Osmanî ya li ser xeta Heleb-Kerkûkê di serî de DAÎŞ, OSO û El Nûsra rêxistinên terorê hemû xwedî kir, mezin kir û bi ser Tevgera Azadiyê ya Kurd ve dehf da. Halbûkî di demeke bi vî rengî de li Îmraliyê Rêber Apo li gel heyetek ji dewletê û heyetek ji wekîlên HDP'yî bi navê 'Pêvajoya çareseriyê ya Îmraliyê û danûstandin' pêvajoyek bi rê ve dibir. Piştre hate fêhmkirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo tasfiyekirina tevgera Kurd, di serî de li Bakurê Kurdistanê û her çar parçeyan û derveyî welat ji bo tasfiyeya mutleq 'Plana Têkbirinê' amade kiriye, ji bo vê jî pêvajoya çareseriyê ji xwe re kiriye amûrek û dest bi dek û dolaban kiriye.

'PLANA TÊKBIRINÊ' BI BERXWEDANEKE BÊHEMPA HATE TÊKBIRIN

Pêvajoya ku di sala 2013'an de hate destpêkirin bi erêkirina herdu aliyan weke 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' hate pênasekirin, lê belê şefê faşîst Erdogan mutabaqat red kir û dest bi qirkirinê kir. Di serî de li qada siyasî ya legal di 24'ê Tîrmeha 2015'an di salvegera Peymana Lozanê de bi êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî li ser Qendîlê, êrîşên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Şirnex û gelek qadên din, gihand asta herî bilind û xwest tasfiye bike. Halbûkî pêvajoya çareseriyê weke hewldana aştiyê ya herî demdirêj a dîroka Tirkiyeyê ya navbera dewletê û PKK'ê bal dikişand ser xwe. Di mijara zêdebûna mafên demokratîk û aştiyê hêviyên li nava civakê bilind kir; lê belê bi bidawîbûna pêvajoyê re ev hêvî jî di asteke girîng de hejiyan. Piştî ku pêvajoya aştiyê serketî nebû, li Tirkiyeyê şer ji nû ve destpê kir û polîtîkayên qirkirinê hîn giran bûn.

Pêvajoya aştiyê ji bo kêmkirina tundiyê, pêşvebirina mafên demokratîk û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd gaveke girîng bû. Lê belê têkçûna pêvajoyê zor û zehmetiyên çareseriya aştiyane ya şer û girîngiya hevsengiyên siyasî yên li herêmê raxist pêş çavan. Pêngav û hewldana têkbirinê ku nêzî 10 sal in bê navber dewam dike, di serî de bi berxwedana bêhempa ya Rêber Ocalan a li Îmraliyê hate pûçkirin; ji aliyê gerîla, gel û tevgerê ve hate berevajîkirin û faşîzma AKP-MHP'ê gihîşt ber hilweşînê. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ji devê lîderê faşîst Devlet Bahçelî hewl hate dayin ku bi bangên li Rêber Ocalan rojeveke nû bê afirandin; hate xwestin, siyaset bi temamî li dora vê rojevê bicive û tevlî polîtîkayên şerê taybet bê kirin. Armanc ji vê yekê ne ew e ku Rêber Apo weke aliyekî çareseriyê muxatab bibîne, armanc ew e ku bi zimanekî hişk û fazîşan zextê li her kesî bikin û qaşo pêvajoya çareseriyê ferz bikin.

Rêber Apo ku zêdeyî 30 sal in xwedî tecrûbe û pratîkeke berfireh a ji bo çareserî û aştiyê ye, piştî 44 mehan di 23'ê Cotmeha 2024'an de bi parlamenterê DEM Partiyê biraziyê xwe Omer Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin kir û bi gotina 'Tecrîd dewam dike, di navbera me û dewletê de danûstandin û hevdîtinek nîne, lê belê ji aliyê teorîk û pratîkî ve ez xwedî hêz û îradeya pêwîst im ku pirsgirêka Kurd çareser bikim' pozîsyona xwe careke din nîşan da.

NABE KU BI ROJEVA SERDESTAN EM BIKEVIN NAVA HÊVIYÊ

Weke ku di tecrûbeyên zêdeyî 30 salên dawî de tê dîtin, bi her gotina aştî û çareseriyê re gava ku dewlet û erkana siyasetê dadikeve qadê felaket û belayên hîn mezin tîne serê Kurdan. Lewma çareserî û aştiyê berevajî bendewariyan wê hêsan nebe û dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya wê ya AKP-MHP'ê wê zû bi zû xwe nedin ber çareseriyê; bi dek û dolaban wê hewl bide pêvajoyê manîpule bike û hilweşîna xwe ya dîrokî û kûr beralî bike. Di demeke bi vî rengî de divê civak, gel û siyaset di rojeva xwe ya polîtîk de israr bike, bi biryar û hevgirtî tevbigere. Di nava rastiya Rojhilata Navîn de ku paşeroja cîhanê lê tê dîzaynkirin, Kurd û Kurdistan xwedî roleke diyarker e. Di nava krîz û kaosa heyî de jî em Kurd hêza çareseriyê temsîl dikin. Ji ber vê yekê divê haya me ji lîstikên şerê taybet hebe, her wiha ji aliyê neteweyî, herêmî û navneteweyî ve di mijara demokrasiyê, mafên jinan û azadiyê de divê em cudahî û asta xwe her tim nîşan bidin û di vê de israr bikin. Bi nêzîkatiyên şaş û bendewar divê em bi rojevên serdestan pêvajoyê nenirxînin û xwe nexin nava hêviyê. Serxistina îrade û hêza çareseriyê ya Rêber Apo wê bi têkoşîna me ya bi biryar û rast a me yên li derve, çiyê, deşt, gund û bajaran dibe.

Dema ku em dibêjin 'Aştî, a niha', dema ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin, divê beriya her tiştî em bi israr vê yekê ji xwe re bikin esas.

AZADÎ HEMA NIHA
A NIHA AZADÎ JI BO RÊBER APO!