Piştî 43 mehan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Di 23’yê Cotmehê de biraziyê wî Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Rewşa Rêber Apo ya tenduristiyê û silavên wî ji hemû gelê Kurd, jin û mirovahiyê re ragihand. Bi tenê vê yekê jî bandoreke mezin li hemû qadan kir. Ev yek ji bo her kesên ku aligirên demokrasî û çareseriyê ne û daxwaza aşitî û azadiyê dikin, bû moraleke mezin û jibo kesên şerxwaz û siyaseta dewletparêz jî bû derfet ku nefesekê bistînin. Çimkî ji neçareserî û ji kesên ew dîl girtine re jî kêm jî be derfet û hêviya çareseriyê diyar kir.
Bêguman piştî 43 mehan avabûna hêviyeke bi vî rengî xwe bi xwe çênebû. Bi îxaneta hêzên dewletê û desthilatdariya ku hebûna xwe bi şerî û rehîngirtinê didomînin, çênebû. Her tişt bi kedeke mezin hate bidestxistin. Hevdîtina ku piştî 43 mehan ya hêza me û hêviyên me xurtkirî, bi temamî encama têkoşîna li hemû qadan e. Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî îlankirin, yekem encama xwe ya mutewazî di destpêka sala duyan de di 23’yê Cotmeha 2024’an de da. Ji ber vê yekê divê her kesên ku di vî warî de ked dane werin pîrozkirin.
Helbet encamên gelekî girîng ên ku em ji vê rewşê derxînin hene. Hevdîtina di 23’yê Cotmehê de nîşan da ku têkoşîn bi xwe re serkeftinê tîne; ger têkoşîna bibandor û rast were meşandin, encam tê bidestxistin. Yanî her tişt bi têkoşînê tê bidestxistin. Beriya niha me ev yek weke rêgezeke pêşbînî û baweriyê bilêv dikir, me weke dersên ku ji paşerojê hatine standin, îfade dikir; di roja me ya îroyîn de jî êdî me ev yek bi têkoşîna xwe ya di pratîkê de da îspatkirin. Dema ku em dibêjin têkoşîn bi xwe re serkeftinê tîne; em tişta ku me dîtî, hatî serê me û me afirandî îfade dikin. Ev yek jî ji bo bidestxistina ya zêdetir hêviyên me zêde dike û baweriya me xurt dike. Nexwe em dikarin bi awayekî rehet bibêjin ku encama têkoşînê, serkeftin e. Wê demê ger em zêdetir û bi bandortir têbikoşin, wê demê em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin. Hevdîtina di 23’yê Cotmehê de rê li ber vê yekê vekir; têkoşîna mezin ya ku em ê bi rê ve bibin, wê vê yekê pêk bîne. Girêdayî vê yekê em ê Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ji niha û şûnde bi xurttir bi rê ve bibin.
Rêber Apo, di hevdîtîna di 23’yê Cotmehê de bi hevokekê helwesta ku bibe bersiva hemû nîqaşên heyî, nîşan da. Da zanîn ku ew xwediyê hêza teorîk û pratîk ya ku şerê heyî veguherîne pêvajoya hiqûqî û siyasî ye. Bi vî awayî hem bersiv da tiştên ku dihatin nîqaşkirin û hem jî rêya çareseriyê nîşan da. Her çend derfetên wî kêm jî bin, bi hîsên xwe yên bihêz jî nîşan da ku pêvajoyê ji her kesî zêdetir dişopîne û dizane. Hem rewşa îroyîn diyar kir û hem jî ya hewce îfade kir. Helbet weke hemû caran, niha jî diyar kir ku xwediyê wê hêze ye, nîşan da ku ew dixwaze berpirsiyariyan bigire ser milên xwe.
Bêguman sekn û helwesteke bi vî rengî gelekî girîng e û divê teqez were nirxandin. Di roja me ya îroyîn de ku ji ber feraset û berjwendiyên şexsî her tişt ser û bin bûye, helbet ev yek gelekî girîng e. Ji bo çareseriya demokratîk daxwaza rollîstinê, gelekî girîng e û rê li ber derfeteke dîrokî vedike.
Lê belê wê yek çawa pêk were yan jî were pêkanîn? Aha pisrgirêka sereke xwe li vir nîşan dide. Rêber Apo jî ji bo çareserkirina pirsgirêka heyî, bal kişand ser tecrîda ku berdewam dike. Da zanîn ku tecrîd berdewam dike û nîşan da ku astengiya sereke tecrîd e. Wê demê ji bo ku Rêber Apo bikare rola xwe bilîze, divê em ji vir dest pê bikin, beriya her tiştî divê ev tecrîda ku ev 26 sal in berdewam dike, were rakirin. Berovajî vê yekê bangkirina li Rêber Apo ya ‘rollîstinê’ di pratîkê de tu wateyan îfade nake û tu nirxê wê jî tune ye. Her wiha gelê Kurd li hemberî van nêzikatiyan bi yek dengî van yekan weke ‘’Taktîk û lîstika şerê taybet’’ pênase dikin û nîşan daye ku êdî ew bi lîstikên bi vî rengî nayên xapandin. Ji zelalbûna vê rewşê jî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî da zanîn ku birêxistinbûna gelê Kurd a welatparêz û gelê Kurd piştgiriyê dide Rêber Apo û nûnertiya îradeya gelê Kurd dike. Her hal sekneke ji vê zelaltir tune ye. Ev yek tê wê wateyê ku gelê Kurd yek e û ji bo çareseriya demokratîk amade ye. Yên bi derewan û deq dolaban hewl didin vê yekê berovajî bikin, nikarin vê rastiyê biguherînin.
Ger em bala bidinê em ê bibînin ku her çend zêde ne zelal jî be ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangên rollîstina Rêber Apo hene û daxuyaniya daxwazkirina vê yekê li holê ye. Wê demê dabînkirina şert û mercên guncav ên ku Rêber Apo bikare rola xwe bilîze, mane. Ev jî girêdayî dabînkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad yên Rêber Apo ne. Ger ev yek neyên pêkanîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngav neyên avêtin, tu wateya tiştên tên gotin nabe û wê ji bilî lîstokeke şerê taybetr ne tiştekî din bin. Wê demê divê tecrîda ku ev 26 sal in berdewam dike, bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin.
Girêdayî şert û mercên Îmraliyê ne ku rollîstina polîtîk ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, jiyana fîzîkî jî weke mûcîzeyekê ye. Ji ber vê yekê girêdayî şert û mercên Îmraliyê rol nayê lîstin. Ev rewş ne rewşeke wisa ye ku bi gotineke xwe bi xwe pêk were. Berovajî wê xebateke mezin hewce dike. Çareseriya pirsgirêkeke sed salî wê bi awayekî hêsan pêk neyê. Ji bo rollîstina di çareseriyeke bi vî rengî de, divê şert û mercên Rêber Apo yên tenduristî, ewlehî û xebata azad werin dabînkirin. Çimkî wê 24 saetan kar bike, wê here gelek cihan û bi herkesên hewce re hevdîtinan pêk bîne. Rêveberiya PKK’ê jî di nav de wê bi her kesên eleqedar re hevdîtinan pêk bîne û wê di rêyê çareseriyê de wan bîne li ba hev. Eşkere ye ku girêdayî şert û mercên Îmraliyê ev yek pêk nayên. Wê demê şaş e ku mirov bibêje wê bi çend çûnûhatinên ji bo Îmraliyê, wê ev pirsgirêk çareser bibe. Ev yek wê bibe dubareya tiştên beriya niha û wê ji lîstokekê wêdetir tu wateyên wê nebe. Nexwe çawa ku bêyî Rêber Apo çareserî pêk nayê, girêdayî şert û mercên Îmraliyê jî çareserî pêk nayê. Divê pêngava yekem rakirina tecrîda Îmraliyê be.
Pêvajoyeke 29’ê Cotmehê heye, yanî salvegera avakirina Komara Tirkiyeyê ye. Gelê Kurd endamên resen û çalak yên avakirina vê komarê ne. Gelê Kurd bi vê komarê re neketine di nava nakokiyekê de û îxanet lê nekirine; berovajî wê komar nekarî bibe komareke rastîn. Komara ku otonomî dayî gelê Kurd bi xweîxanet li komarê kiriye. Berpirsiyariyên wê yekê kesên ku ‘’Komara Tirkiyeyê’’ weke ‘’Komara Tirk’’ veguherandî ne. Qirkirin û tunehesibandina gelê Kurd bi vî awayî derket holê.
Gelê Kurd îro jî dixwaze qîmetê bide nîqaşên derdorên siyaseta serwer ên weke AKP-MHP û CHP’ê û nîqaşên çepgir-sosyalîst û derdorên gel. Dîsa divê ev derdor xwe ji zimanê heqaretê dûr bixin. A rastî nîqaşên heyî yên têkilarî mijarê, girêdayî jihevcudakirina rantparêz û şervanan pêş dikevin. Dibe ku naveroka wê şaş be, lê belê şervantiya fikrekê û rantparêziya wê tiştên cuda ne. Di pirsgirêka Kurd de û di şerê ku girêdayî wê pêşketî de rantparêziyeke mezin derketiye holê. Kesên ku wisa vala diaxivin û di destê xwe de werîsê dardekirinê digerînin, bila were zanîn ku ew kes rantparêzên vî karî ne û tirsa wan windakirina berjewendiyên wan e. Wê demê divê rantparêz û şervanên rastîn ji hev werin cudakirin. Gelekî girîng e ku kesên şervantiya vî karî kirine, di rêya çareseriyê de pêngavên hewce biavêjin û li ser xaleke hevpar werin ba hev û rantparêzan tecrîd bikin. Ger alîyên heyî vê yekê fêm bikin û vê yekê pêk bînin, wê demê dikare pêngavên xurt werin avêtin û rêya çareseriyê were vekirin.
Jixwe Rêber Apo bi zîhniyet û projeyên çareseriya demokratîk ên di Parêznameyên xwe de pêş xistine, her roj di rêya çareseriyê de rola xwe dilîze. Ger derdorên berpirsiyar û eleqedar şert û mercên guncav dabîn bikin, di hevdîtina 23’yê Cotmehê dubare hatiye misogerkirin ku dikare di çareseriya polîtîk de rola xwe bilîze. Ji ber vê yekê a niha di vê serdemê de wezîfeya şênber ne ya Rêber Apo ye, ji bilî Rêber Apo dikeve ser milên her kesî.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka