Êrîşên dagirkeriyê û helwesta hikumeta Şamê

Wezîfeya hikumeta Şamê ye ku li ber êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê bisekine. Ev yek hem wezîfeya xwe ya qanûnî ye hem jî ya exlaqî ye. Ev herêm ji Sûriyeyê cuda nebûye, dewleteke cuda ava nekiriye.

ANALÎZ

Êrîşên hilweşîner û dijminatiya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Herî zêde êrîşên wan li dijî qadên jiyanê yên gel tên kirin. Armanca wan ew e ku herêmê bê niştecih bikin, xelkê neçarî koçberiyê bikin û jîngeha bawerî û aramiyê têk bidin. Bingeha van hemûyan jî plana qirkirina Kurdan e ku ev sed sal in didin meşandin. Dibêjin Kurd li tu derê cîhanê nikarin bibin xwedî statû û nasname.

Hewl didin hemû êrîş û sûcên ku bi PKK’ê, rewa bikin û normal bikin. Jixwe PKK’ê jî ketiye lîsteya rêxistinên terorê! Dibe ez ê bibêjim li dijî PKK û terorê têkoşîn dikim û  ez ê bi vî awayî ji vî karî derbikevim. Di rastiyê de dema ku PKK’ê li çiya yan jî li her devereke Tirkiyê çalakiyekê dike, artêşa Tirkiyê berê xwe dide Rojava û Sûriyê. Rojava di destê wan de bûye rehîne. Di heman demê de dixwazin PKK’ê sînordar bikin û bêçalakî bihêlin. Hevkêşiya (Denklem)  “Eger hûn li min bixin ez ê  jî li Rojava bixim” ava kiriye.

Ji bo Rojava bike hedef, dîtina hincetan gelekî hêsan e. Bi kêmanî wê bibêjin “ji sînorê Sûriyeyê sizme kirine” û vê yekê wekî qilifekî bikar bînin. Erdogan radibe û dibêje, “Yên ku çalakiya Enqereyê pêk anîn, ji sînorê Sûriyeyê sizme kirin.” Her çend di sînorê Sûriyê re derbas bibin jî. Ev yek çawa dikare bibe hincet ji bo êrîşa li hundirê Sûriyeyê, qadên jiyanê yên gel û kuştina bi dehan mirovan? Ger wisa bûya, pêwîst e Tirkiye timî were bombebarankirin. Beşek ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Ewropa û Rûsyayê komkujî pêk anîn, di ser Tirkiyeyê re derbasî wan welatan bibûn. Lê kesî Tirkiye bombebaran nekir.

Tirkiyê li ser sînorê Sûryeyê dîwar çêkiriye û bi kamerayên termal tije burc kiriye. Ew pesnê xwe didin ku wan sînorên xwe teng kirine. Tevî vê yekê jî hejmara mirovên ku li van sînoran dikujin ji hemû deverên cîhanê zêdetir e. Kesên li zeviyên xwe dixebitin jî bi awayekî keyfî dikûjin. Loma jî kesî şer îlan nekir û êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Jixwe ewqas şumbûna (şımarıklık) wan û pêkanînên qetilkirinên wan, ji ber ku heya niha çi kirine ji wan re fêde maye ye.

Tirkiye tu carî rêgezên şer ji bo xwe ferz nedîtiye. Li dijî gerîlayên Kurdistanê her cure çekan bikar tîne, çekên kîmyewî yên qedexe jî di nav de ye. Êrîşên xwe yên dawî ên li ser Rojavayê Kurdistanê wek navend û çeperên PKK’ê nîşan dan. Wêneyên cihên lê hatine lêdan jî di çapemeniyê de cih girtine; firinên nan, tesîsên gazê, yên ard, depoyên genim û nokteyê asayîşê bûn. Bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Piraniya wan zarok û sivîl bûn.

Em bêjin ev der eydî PKK’ê ne. Ev cihên ku em behsa wan dikin di şer de nayên xistin. Ew di çarçoveya sûcên şer de ye. Hûn nikarin her tiştê ku dewletek an hêzek pê re şer dike bombe bikin. Di şer de tenê hedefên leşkerî tên xistin. Lê Tirkiye ne li gor tu qaîde û qanûnan e. Ji bilî vê, ew ji tevahiya cîhanê re derewan dike. Çi eleqeya PKK’ê bi firneyên nan re heye, ez nizanim, bi vî karê Rojava re? Ewqas bi dehan sivîlên ku hatin lê dan, di bin çî PKK’ê? Di serî de Erdogan tu wijdan û nirxên însanî di wan de nemaye. Ev mirovên bêşerm û bê ar in.

Helwesta hikûmeta Sûryeyê ya li hember van êrîşan jî hêjayî nirxandinê ye. Şam xwe wek nûner û hikûmeta fermî ya Sûryeyê dibîne û li hemû herêmên ku Tirkiye lê xistiye yekîneyên leşkerî yên artêşa Sûryeyê hene. Hêzên artêşa Sûriye li ser sînorê Şehba heta Kobanê û Dêrikê bi cih bûne. Tevahiya erdnîgariya ku hatiye lê da, xaka Sûryeyê ye. Yên hatin qetilkirin jî welatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha hikûmeta Şamê li cîhanê propaganda û belav dike ku nûnertiya gelên li van herêman dike ye.

Beriya her tiştî erka dewleta Sûriyeyê heye ku li hemberî dagirkerî, êrîş û komkujiyên Tirkiyeyê raweste. Ev hem erkek qanûnî û hem jî erkek exlaqî ye. Dibe ku pirsgirêkên wan bi gelê herêmê re hebin. Ev herêm ji Sûryeyê cuda nebûye û dewleteke cuda ava nekiriye. Gel xwedî nasnameya fermî ya Sûriyeyê ye. Divê dewlet xwedî erk be ku van hembêz bike û li mafên wan bigere. Ger ev yek neyê kirin êdî tiştekî ku ji gel re bibêje namîne. Dema gel bi êrişan re rû bi rû ma û li beramberî van êrişan hikûmeta ku bê bertek bimîne, wê çawa jê bawer bike?

Divê hikûmeta Sûryeyê vê mijarê bigihîne saziyên wek Komkara Ereb û Neteweyên Yekbûyî ku endamê wan e û li dijî Tirkiyê helwestê nîşan bide. Herî kêm divê nîşanî cîhanê bide ku li sînor û welatiyên xwe, xwedî derdikeve. Baş e, Sûriye ne bi hêz e ku bi Tirkiyeyê re şer bike an jî naxwaze şer bike. Lê pêwîst nake û nayê wateya ku li hember van herêmên ku êriş pêk tên û sucên ku tên kirin bê eleqe bimîne.Hikûmeta Şamê ne avakirina pêwendiyeke saxlem bi gelê xwe re dibe sedema qutbûna hestyarî û dûrbûnê. Eger Şam bifikire ku Rêveberiya xweser wê bişkê û xwe bavêjin ber deriyê min, ev xerabtir e. Ger mirov di demên dijwar de alîkariya hev bikin û hevkariyê bikin, ev yek yekîtî û baweriyê xurt dike.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî