Gelê Surîyê ji ber şer di şert û mercên pir dijwar de têkoşîn dikin. Milyonan welatî penaber bûne. Rewşa aborî pir xeter e. Welat giran birîndare û birînên wê nehatine girtin. Xwînhatin didome. Gel birçiyê azadiyê, demokrasiye û aramiyê ye. Li dijî vê kesên ku welat rêve dibin û polîtîkayan diyar dikin ji ber hesabên xwe yê deshilatdarî û berjewendiyên xwe gel avêtine kêlekê. Gel belave û bêrêxistin e. Herêmên ku rejima BAAS’ê deshilatdare derfetê lêgerîna mafan, nîqaş û denge xwe dayîna bihîstandinê nîne. Hemû çapemenî û saziyên dewletê di destê BAAS’ê de ye.
Şerê Filistîn û Îsraîlê yê ku ji sala par ve didome û tevlîbûna vê ya Hîzbûllah jî rewşa Surî zêdetir xirab kiriye û nedîyarî zêde buye. Gelê Surî pêşiya xwe nabîne û di derheqê pêşerojê de pêşbînîyeke baş û bendewariyeke xwe nîne. Rojhilata Navîn bi tevahî dikele. Dê Surîyê di vê rewşê de çawa derkeve ne diyar e. Di rewşa heyî de Surî bêdenge û tevlî şer nebuye. Lê welatekî ku şer herî zêde lê bandor kirîye ye. Ên ku alîkariyê didin rêvebiriya Beşar Esed û wê li ser piya digrin Rusya, Îran û Hîzbûllah e. Niha Hîzbûllah û Îran di şer de ne. Îsraîl di Sûrî de hebûna Hîzbullahê ji nêz ve dişopîne û armancên ku diyar dike her tim lê dide. Heta balyozxaneya wê hemû hebûna Îranê tê armanc kirin. Di heman demê de hêzên DYA jî, dibe hevkarê Îsraîlê. Bi hevsengîyekê armancên dewleta Îranê yên ku tê diyar kirin dibe armanca dewleta Israîlê .
Rusya dixwaze rewşa xwe ya heyî biparêze. Li dijî êrîşên Îsraîlê jî helwesteke xwe ya çalak û bibandor nîne. Pirsgirêk û şerê Ukranyayê ya ku serê xwe alandiye bala wê kişandiye wê eniyê. Wisa dixwiyê ku tevgera wê ya li Surî lewaz buye. Lê dixwaze Esad li ser piya bihêle. Ger ku rêvebiriya Esad biçe şansê Rusya ya mayîna li Surî namîne. Cihê ku Îhvan û hêzên wek wê hebin li wê derê Rûsya nayê xwestin. Derveyê wê hêzên Rojavayî jî dixwazin ewana bê bandor bin. Ji xwe Emerîka û Dewletên Ewropayê naxwazin cihê wek Îdlîbê jî bikevin di bin qontrola Surî. Li dijî rehetbuyina Rusya bihêzbûna rejîmê ne.
Tirkiye ji ber sûdwergirtina vê rewşê hêzên xwe li Îdlibê dihêle. Li Îdlîbê dewleta Tirk bi hêzên Rojavayî re hevpar tevdigere. Erdoxan Îdlîbê diparêze. Bi hinceta ‘Bila êrîş li ser wir çênebe, ger ku çêbe dê sed hezaran penaber biherikin Tirkiyê’ der dixe pêş. Ji xwe cihên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de deh hezaran hêzên çekdar ên devşîrme bi giştî di xeta Îhvan û Sûnî de tên rêxistinkirin. Beşeke van ya girîng berê, rêxistinên wek DAIŞ û El Kaîde de cîhên xwe digirtin. Ew ji ber ku lîsteyên terorê de cîh digrin û di cîhanê de berteka kom dikin Erdoxan wana makyaj dike. Navê wan diguhurîne di rêxistinên cûda de bi cîh dike.
Niha armanca bingehîn ya faşîzma Erdoxan ji holê rakirina Rêveberiya Xweser û Kurda ne. Ji ber vê Rusyayê dike devrê û ji bo hevkariyê zextan li ser rêveberiya Esad dike. Erdoxan baş dizane ku tenê bi hêza Tirkiyê ve nikare van hedefan ji holê rake. Ji ber vê ew rewşa ku Esad tê de ye wê bi rengekî xirab bi kar bîne û wê bikşîne li ser xeta xwe. Rusya ji bo ku sûd li Tirkiyê werbigre, Tirkîye zêdetir li Surî tevlîheviya dernexe û ew ambargoya ku li hember wê tê pêkanîn Tirkiyê derveyê wê bihêle tawîzan dide.
Hîzbulllah her tim cihên germ ên pevçûnan de cîhê xwe girt. Niha Hîzbullah zehmetiyan jiyan dik e. Şerekî giran re rû bi rû ma. Tirkiye di vê mijarê de naxwaze firsendê birevîne. Bi taybet dixwaze Heremên Firat û Şehbayê bidest bixe. Hêzên Hîzbûllah ên di wê cepheye de ger ku paşve vekişin û biçin Lubnanê dê Surî lewaz bibe. Dîsa Îran jî wek berê nikare giraniya xwe bide Surî. Serê Îranê di belayê de ye. Îsraîlê bi gotina ‘’Me mil birî, niha jî dor li govdê ye’’ Îran kir armanc. Tê gotin ku dê ha îro ha sibê lê bixe. Erdoxan jî dixwaze ji vê rewşê sûd werbigre û heremê ji kurdan paqij bike. Qaşo ev herêm giştî di bin serwerîya Hikûmeta Şamê de ye. Lê belê Kurdên berê li wê derê jiyan dikirin û ji Efrînê hatine û li wan deran jiyan dikin hebûna xwe didomînin.Pirsgirêka bingehîn ya Tirkiyê paqijiya etnîkî û mişextkirina Kurdan ya li herêmê ye. Ger ku li wan herêman bigire ji xwe Heleb dikeve di bin metirsî û gefên dewleta Tirk ya dagirker. Li ser lewazbûna Sûrî dê berê çeteyan bide Helebê. Ger ku cihekî wek Helebê bikarîbe bixe di bin serwerîya xwe wê demê êdî dikare wê derê îlhak jî bike û bigre di bin deshilatdariya xwe. Herî kêm dê bikarîbe Esad li ser masê bide rûniştandin û şertên xwe lê bide pejirandin.
Erdogan ji alîyekî dibêje bila bi awayekî lez li Filîstîn û Lubnanê de şer bisekine û agirbest bê îlan kirin ji aliyê din jî bingeha pevçûn û dagirkeriyên nû dixwaze biafirîne. Jixwe artêşa wî li Surî bi cîh buye. Êrîşen wê yên Iraqê didome. Raya gel ya li Tirkiyê ji şer re amade dike. Pirsgirêkên navxweyî berovajî dike bi gotinên ‘’Tirkiye di bin xeteriyê de ye’’ ve dixwaze şer belav bike û ji bo dagirkeriyên nû bingeh ava bike.