Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk êrîşî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.
Piştî Şaredariya Êlihê hate desteserkirin, li kolanên bajêr bi çepik û dirûşmeyan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Polîsên Tirk bi guleyên plastîk, ava şîd û gaza îsotê êrîşî çalakiya gel kir. Gelê ku tevî êrîşî gav paşde neavêt, li ber xwe da.
Di dema çalakiyan de endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin. Hinek navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Adem Tufan, Hatîce Sonûk, Mîzgîn Sonûk, Mûzaffer Yildirim, Urmiye Sonûk, Emîn Yildiz, Sûltan Acar, Aliye Tok, Şîlan Aydin, Fîkret Soysal, Sîbel Sûna, Veysî Açikalin, Ozdemîr Çelik, Tacettîn Sevaci, Gûlşen Kornaz, Îbrahîm Ozsûna, Elîda Koç, Hamza Gok, Dîlan Acar, Yûsûf Kaya, Abdulsamet Hîso, Ramazan Bîlmez, M. Can Bariş, Mûhsîne Bariş, Serdar Bariş, Salîh Tekîn, Selîme Cengîz, Mûsa Eren, Destegul Daş, Mehmet Salih Bayindir.”