Li Esenyûrtê li dijî desteserkirinê çalakî: Em ê bi ser bikevin
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê desteserkirina şaredariyan protesto kir û peyamên, “Yên li ber xwe didin bi ser dikevin” hat dayîn.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê desteserkirina şaredariyan protesto kir û peyamên, “Yên li ber xwe didin bi ser dikevin” hat dayîn.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêdînê, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê bi çalakiyekê protesto kir. Çalakiya li qada Esenyûrtê hat lidarxistin de gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Li dijî desteserkirinê em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, Jiyan, Aazadî” hatin berzkirin.
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Di çalakiyê de Paramenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û got: “Deshilata AKP’ê 22 sal in vîna gel tine hesab dike. Ev gel paş de gavê naavêje. Qeyûm ne tenê tayînî şaredariyên DEM Partî yan jî CHP’ê hatiye kirin. Qeyûm tayînî mafê demokrasiyê yê Tirkiyeyê hatiye kirin. Wanê tiştek nîşanî me kir. Gelê Wanê rêya berxwedanê nîşanî me kir. Berxwedan maf e. Qeyûm derbe ye. Em ê têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin.”
‘HEMÛ ŞAREDARÎ DIBIN GEFÊ DE NE’
Hevberdevkê Demê yê Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê Eren Ertîn jî axivî û got: “Tenê 5 roj di ser girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer re derbas bû û li şûna wî qeymeqam hat tayînkirin û îro careke din mafê dengdanê ku yek ji mafên herî demokratîk e hat desteserkirin. Armanc diyar e. Dixwazin hemû civakê hînî desteserkirina vînê bikin. Dixwazin derbeya desteserkirinê rewa bikin. Hemû şaredarî di bin gefa desteserkirinê de ne. Em vê derbeya qeyûm qebûl nakin. Divê demildest şaredar vegerin li ser peywîra xwe.”