Fedaiyên ku li ser meşa serketinê û guhertina herikîna dîrokê bi biryar in

Wan agirê xeta fedaîtiyê gur kirin û pêşengî ji pêvajoya dîrokî re kirin.

ROJGER Û ASYA

Divê feda fedaî ya Rêber Apo baş bê fêhmkirin û bê dîtin ku fedaiyên çalakiyeke ewçend bi bandor kirin wê herikîna dîrokê biguherînin.

Gelekî fedaî, artêşeke fedaî yên li ser şopa Rêberekî fedaî ne, bala her kesî dikişîne.

Û milîtanên pêşeng ên vê artêşa fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî di 23'ê Cotmeha 2024'an de li hemberî êrîşên qirkirinê çalakiya fedaî kirin.

Di vê serdemê de yekane rêya jiyaneke bi wate 'meşandinan têkoşîneke bê dawî ye'. Yekane rêya nefesgirtina bi rengekî azad jî şerkirin e. Dema ku mirov vê rastiyê di asta Kurdistanê de dinirxînin, hingî hîn bêhtir xwe nîşan dide. Di demekê de ku sîstema kapîtalîst ri rengekî hov û har êrîş dike, yekane rê ew e ku ji bo parastina nirxên gel divê mirov berdêlên herî giran bidin ber çavê xwe û dema pêwîstî pê hebe, canê xwe feda bikin.

Her ciwanên ku li Kurdistanê ji dayik dibin û mezin dibin dema ku li jiyana efsanewî ya Mazlûm, Bêrîtan û Zîlanan guhdarî dikin, dibin heyranê wan û ji bo karibin bibin mîna wan, dikevin nava lêgerîneke mezin. Dawiya dawî yekane rêya li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê; serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê ye. Bi vî rengî gavên destpêkê yên fedaîbûnê hîn di zarokatiyê de bi biryardariya li dijî mejiyê qirker û faşîst têne avêtin. Mîna şînbûna her toveke li nava xakê tê reşandin, dilsoziya bi 'Mirovê Zane' dibe hêza çavkanî û wêrekiyê ji mirovên bawer dikin re. Û bi vî rengî artêşeke ji milîtanên fedaî yên dikarin her cûre fedakariyê bikin, dibin xwedî wê hunera leşkerî û îdeolojîk ku dikarin li hemberî tevahiya cîhanê şer bikin. Mînaka herî dawî ıya vê yekê jî çalakiya fedaî ya li hemberî navenda TUSAŞ'ê ye ku li paytexta Tirkiye Enqereyê ye û cihê hilberîna amûrên qirkirinê ye.

EŞKERE YE KU MILÎTANÊN JI RUHÊ FEDAÎ SÎNORAN JI HOLÊ RADIKIN

Bawerî û felsefeya jiyana azad a ku Rêber Apo afirandiye, civateke milîtanan ava kiriye ku dikarin xwe li gorî her pêvajoyê û şert û mercan amade bike. Ev fedaiyên ku rehê jiyanê yê tevgera azadiyê ne û di hjeman demê de xeta fedaîtiyê afirandine, bi qasî Mazlûm, Zîlan, Sara û Rûkenan, Erdal û Rojhatan, Asya û Rojgeran xwe ji lêgerîna jiyana şexsî paqij kirine, hebûna xwe bi her awayî dane doza mafdar û bi rûmet a gelê Kurd. Kesayetên fedaî ji tinebûnê hebûnê diafirînin, berê xwe didin serketinê û serketinê misoger dikin.

Çawa ku bombeyên îro li her bihosta xaka Kurdistanê têne barandin, zarok û jin ên têne qetilkirin, giriyê dayikan rast be, çalakiya fedaî ya li hemberî TUSAŞ a li Enqereyê jî bersiva pêwîst a li hemberî vê rastiyê ye. Yanî artêşeke gerîla ya ku ji bo jiyaneke azad a gelê Kurd xwe feda kirine, ji ber ku xwe ji parastina gelê xwe berpirsyar dibîne, di nava her şert û mercî de bi vê têgihiştina xwe ya wezîfeyê tevdigere. Fedaiyên li Enqereyê tevlî karwanê nemiran bûn jî mînaka şênber a serketina di her dem û cihî de ye. Dibe ku li ser dema vê çalakiya fedaî nîqaşên bê dawî têne kirin. Lê belê asta daneheviya pratîk û îdeolojîk a tîmeke gerîla ya ku çalakiyeke bi vî rengî ya bêqisûr demeke dirêj pilan kiriye, xwedî wê potansiyelê ye ku karibe pêşdîtina hemû encaman bike. Lewma çawa ku gerîlayên fedaî Rojger û Asya bêyî ku xwe şaş bikin yekser xwe gihandin armanca xwe, xwe gihandin TUSAŞ'ê, her kesên ku tevgera azadiyê nas dikin jî divê karibin hemû pêşketinan pêşwazî bikin. Ji ber ku eşkere ye, armanca vê çalakiyê destpêkirina pêngavên mezin ên diyarker e.

PEYAM ŞÊNBER E: HETA AZADIYA RÊBER APO WÊ EV XET DEWAM BIKE

Ji xwe fedaiyên ku bi gavên bi biryar ber bi armanca xwe ve meşiyan; bi sekna xwe ya cihê baweriyê û serketinê, hemû nuqteyên divê bêne fêhmkirin nîşanî dost û dijmin, nîşanî her kesî dan. Ma gelo mirov dikare nebîne, van dilên wêrek hîs nekin û xweziya xwe bi wan nînin? Bêguman nabe. Endamên şerê taybet ên piştî çalakiyê axivîn, ew bi xwe jî li ser profesyoneliya milîtanên Tabûra Nemiran axivîn. Bi vê axaftina xwe jî heyraniya xwe jî nîşan dan.

Şervanên fedaî Asya û Rojger berê xwe edan hedefa xwe, bê tirs hemû astengî ji pêşiya xwe rakirin û ji ber ku berê wan tenê li nuqteyekê bû, yanî berê wan li serketinê bû, me dît ku tîmeke gerîla ya ji du kesan çawa gihîştiye asta hêzekê. Bi bi dilê xwe hîs kir ku kesayetên fedaî di nava şert û mercên herî giran de jî çawa xwedî wê hêza bêhempa ne. Ji ber bêhtir, dewleta Tirk a faşîst qirker careke din şahidî ji wê yekê re kir ku artêşa gerîlayên fedaî di nava şert û mercên şer ê sedsala 21'ê de çawa dikare dîroka serketinê biafirînin. Bİ çalakiay fedaî re peyama ji rejîma qirker faşîst a Tirk re hate dayin şênber e û bandor û encama vê peyamê jî wê pêvajoya bê hîn bêhtir bê dîtin.

Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku fedaiyên xwe gihandine ruhê serdemê baş bê fêhmkirin. Ji ber ku wan bi gurkirina agirê li ser xeta fedaîtiyê pêşengî ji pêvajoyeke dîrokî re kirin.