BI DÎMEN

Pêşmergeyî Derîn: Em heta dawiyê bi gerîla re ne

Pêşmergeyî Derîn, ku li dijî operasyoneke gengaz a li Başûrê Kurdistanê piştgirî dan gerîla gotin, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gerîla re bin."

Pêşmergeyî Derîn duh daxuyaniyek dan çapemeniyê û li dijî operasyoneke gengaz, piştgirî dan gerîla. Pêşmergeyan dan xuyakirin, ku êrîşên li dijî gerîla û zexta derketina ji Şengalê, daxwaz û hewldanên dewleta Tirk e û gotin, "Hûn kê ji mala kê diqewirînin?" Pêşmergeyan gotin, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi gerîla re bin" û destnîşan kirin, dewleta Tirk wê têk biçe.

Pêşmerge li ser daxuyaniya xwe ya duh a li Qendîlê ji ANF'ê re axivîn.

Selîm Sadik Ehmed da xuyakirin, wan xwestine nîşan bidin ku li ku derê pêwîstiya gerîla bi piştgiriyê hebe ew amade ne li wir bin û got, "Çawa ku pêşmergeyên li Kerkûkê pêwîstiya wan bi alîkariyê hebû û gerîla hatin piştgirî dan, em jî dibêjin, em jî amade ne bi heman rengî tevbigerin. Gefên 'bila PKK Qendîlê vala bike' bi kêrî tiştekî nayên. Qendîl an jî Şengal, axa Kurdistanê ne. Çima gerîla ji vê derê derkeve? Ev daxwaz daxwaza dijmin e ku dixwaze careke din tevahiya Kurdistanê dagir bike."

Sabît Mehmûd jî got, "Ez bi rengekî vekirî bêjim; ji bo em nîşan bidin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe amade ne welatê xwe biparêzin û li cem gerîla cih digin, em hatin vir. Hin kes radibin dibêjin 'bila PKK ji filan cihî derkeve'. Yên vê dibêjin bila di destpêkê de baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê derxînin. Ya rast ev e. Xwîna Kurdan a belasebep birije nîne. Em ê şerê birakujiyê nekin. Em ê zilma li gelê xwe qebûl nekin. Dixwazim vê yekê ji kesên dibêjin 'Bila gerîla ji Şengalê derkeve' bipirsim. Dema êrîş li Şengalê bû we çima gelê Şengalê neparast?" Mehmûd anî ziman, her kes dizane kî xwedî li Şengalê derketiye û got, "Pêwîstiya Kurdan bi kongreyeke neteweyî heye ku pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."

Şêx Salar ragihand, gerîla îro gelê Kurd diparêze û got, "Gerîla ji Celewla heta Nînovayê gel diparêze." Salar diyar kir, dewleta Tirk li Kurdistanê dewleteke dagirker e û got, "Hebûna vê dewletê li vê derê, ji bo parçekirina Kurdan a ji hev e. Berpirsyarên partiyan li vê mikur neyên jî, haya gel baş ji vê rastiyê heye. Em ê destûrê nedin vê yekê."

Mam Şivan jî got, "Dizaim vê bêjim û bila Erdogan vê baş zanibe: Êrîşa li dijî Qendîlê xeta me ya sor e. Em ê bi ti awayî vê qebûl nekin û bêdeng nemînin. Li Bakur gelê me dikuje û êrîşî Rojava dike. Lazim e em hemû bi berpirsyarî rabin û li dijî vê derkevin. Armanca hatina me ya li vê derê ew e, me xwest nîşan bidin ku em bi gerîla re ne."

Hazim Îmam Elî jî ev axaftin kir: "Em dixwazin vê yekê ji Erdogan re bêjin: Gelek kesên mîna de li Qendîlê şikest, têk çû. Eger wê êrîşî gerîla bike, divê di destpêkê de ji me derbas bibe. Wekî din zexta 'bila gerîla ji Şengalê derkeve' dikin. Em hatin vê derê ku nîşan bidin, em li dijî vê zextê ne. Eger kes hebin divê ji Şengalê derkevin û werin darizandin, ew kesên Şengal firotin e."

Emîn Osman Mihemed da xuyakirin, ku daxwaza 'bila gerîla ji filan cihî derkeve' zexta dewleta Tirk e û got, "Qebûlkirina vê yekê tê wateya parvekirina mal û milkên xwe bi dijmin re. Gerîla li mala xwe ye, li welatê xwe, gelê xwe diparêze. Eger ew ê ji wir derkevin, wê çaxê em ê qala azadiya çi bikin.."

 

Pêşmergeyî Derîn, naveke ku li pêşmergeyên YNK'ê hatiye kirin, ku ev pêşmerge beriya Şerê Kendavê yê sala 1992'an li Başûrê Kurdistanê têkoşiyan.