Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya Tirk xwe gihandin Qendîlê

Komek ji pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê xwe gihandin Qendîlê û diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e.

Nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Xakurkê zêde dibe. Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriyê ketin nava liv û tevgerê.

Komek ji pêşmergeyên Dêrîn ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hikumeta Başûr nîşan bidin, bi kincên pêşmerge xwe gihandin Qendîlê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Pêşmergeyan diyar kirin ku li dijî dagirkeriyê ew bi gerîla re ne û xwestin, hikumet tavilê dawî li bêdengiya xwe bîne û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bide.

'EM BI GERÎLA RE NE'

Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Hewkar Kawa daxuyanî da û got, "Dewlta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikumeta herêmê jî li pêşberî dagirkeriyê bêdeng e. Em bang li hikumetê dikin ku li dijî vê hewldana dagirkeriyê û tinekirinê derkeve. Pêşmergeyên Dêrîn wê li ber vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û em radigihînin ku em bi xwişk û birayên xwe yên gerîla re ne."

Pêşmergeyên Dêrîn serdana ciwanên mertalên zindî kirin û gotin, "Em çalakiya we pîroz dibînin û piştgiriya we dikin."