BI DÎMEN

Pêşmergeyên berê li dijî dewleta Tirk û Birakujiyê li Qendîlê ne

Bi sedan pêşmergeyên berê, ku dibêjin, ‘’Bila dawî li dagirkeriya Tirk a li Başûr were’’ û ‘’em li Şengalê şerê Birakujî û xwekujiyê naxwazin’’ îro çûne Qendîlê û wê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.

 

Ji bo dawî li dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê were, ku ji 1992’yan ve li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî yên Tirk hene û bertekên li dijî şerê birakujiyê ku demên dawiyê bi daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêmê dîsa ketibû rojevê, berdewam dikin.

Bi vê mebestê îro bi sedan pêşmergeyên berê, ji Silêmanî, Kerkûk, Helepce, Şehrezor, Raperîn (Ranya, Qeladizê, Sengeser û hwd.) Germiyan, Koye, Teqteq û ji gelek deveran sibehê bi rê ketin û berê xwe dane Qendîlê.

Tê payin ku kom li vê derê daxuyaniyê bide.