Pêşmergeyê berê Sezgîn: Divê PDK dest ji birakujiyê berde

Pêşmergeyê berê Cewdet Sezgîn anî ziman, Kurdistan axa Kurdan hemûyan e û got: “Divê PDK feraseta birakujiyê biterikîne û cihê xwe li gel birayên xwe bigre.”

Li Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, mezin dibe. Gelek pêşmergeyên ji Bakurê Kurdistanê ku di sala 1978’an de li dijî rejîma Saddam Huseyîn şer kirin, şerekî nava Kurdan red dikin. Têkildarî mijarê Pêşmergeyê YNK’ê yê berê Cewdet Sezgîn (63) ku ji bajarê Colemêrgê ye û  bi salan li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kiriye ji ANF’ê re axivî.

‘EZ BI HEWARA BIRAYÊN XWE VE ÇÛM’

Sezgîn bi salan cihê xwe di nava YNK’ê de girtiye û bûye şahîdê şerê birakujiyê. Sezgîn anî ziman ku di sala 1978’an de ji bo piştevaniya bi pêşmergeyan re ji Colemêrgê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Ez bi alîkariya birayên xwe yên Başûr ve çûm û min cihê xwe di nava YNK’ê de girt. Li dijî rejîma Saddam Huseyîn, li gelek herêmên Kurdistanê min şer kir. Li Başûr karê me Cewle bû yanî me li dijî rejîma Saddam şer dikir, timî me diavêt ser qereqolên dijmin. Piştî demekê ez derbasî gel Mam Celal bûm û min parêzvaniya wî dikir. Têkiliya min timî bi liqa 1, 2 û liqa 3 re hebû. Li van liqan jî rehmetî Nêşîrwan Mustafa, Mele Bextiyar û Dr. Xidir hebûn. Ev liq nêzî hev bûn û timî ez bi wan re di nava têkiliyê de bûm.”

‘KURDISTAN AXA KURDAN HEMÛYAN E’

Sezgîn da zanîn ku Kurdistan axa Kurdan hemûyan e û wiha pê de çû: “Ti cudahiya Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat nîne. Dema ku bê xwestin her Kurdek dikare li her devera Kurdistanê li dijî dagirkeran şer bike û şoreşê bike. Kurdistan bi peymana Sykes-Picot hate çar parçekirin û em ji xwişk û birayên me veqetandin. Hêzên serdest em kirin çar parçe û niha jî em dixwazin xwe bikin hezar parçe. Kurd vê qebûl nakin. Her Kurd neçar e alîkariya birayê xwe bike. Di sala 1978’an de ji bo birayên me alîkarî pêwîst bû, me sînor derbas kirin û me mil da milê birayên xwe. Lê ti carî me xiyanet li birayên xwe nekir û me cihê xwe ligel dijmin negirt. Pêşmergeyên PDK û YNK’ê li çiyayên Bakurê Kurdistanê xwe birêxistin kirin û bi sedan welatiyên Bakur piştgirî da wan. Lê kesî ji wan re ne got, ka çi karê we li Bakur heye?

Eger îro PDK li ser lingan be, bi xêra Bakur e. Me ti ferq nexist nava Kurdan û me cihê xwe li gel wan girt. Bila Mesûd Barzanî wan rojan ji bîr ve neke.” 

‘DIVÊ KURD XWE JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ VEGIRIN’

Sezgîn destnîşan kir ku divê Kurd xwe ji şerê birakujiyê dûr bixe û çi pirsgirêk hebe divê bi rêya diyalogê bêne çareserkirin û wiha dom kir: “Ti pirsgirêk ewqas giran nîne ku Kurd berê çeka xwe bide birayê xwe. Ez weke pêşmergeyekî berê ku min şahîdî ji şerê birakujiyê re kiriye, red dikim û dibêjim kesê bibe sedemê şerê birakujiyê wê ti Kurd wî efû neke û weke rûreşekê wê bikeve dîroka Kurdistanê de. Ev yek me hemûyan diêşîne û divê her Kurdek jî li dijî vê yekê derbikeve. Eger li Başûrê Kurdistanê şerek li nava Kurdan derbikeve jî berpirsyarê wê PDK û mala Barzanî ye.” 

‘BIRÎNÊN KURDAN HÎNA NÛ NE’

Di berdewama axaftian xwe de Pêşmergeyê YNK’ê yê berê Cewdet Sezgîn bal kişand ser şerê birakujiyê yê di nava PDK û YNK’ê de û wiha got: “Di sala 1978’an de dibin pêşengtiya Elî Eskerî, Dr. Xalîd û Şêx Huseyîn komek ji 700 pêşmergeyî derbasî sînorên Şemzînan bûn û komek jî ji aliyê Qendîlê ve xwest êrîşî hêzên rejîmê bike. Lê berî ku hevalên me êrîşî rejîma Saddam bike ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve ketin kemînê û ligel Elî Eskerî, Dr. Xalîd û Şêx Huseyîn ve gelek hevalên me li ser sînorên Şemzînan hatin şehîdkirin. Ez bi xwe jî ji aliyê PDK’ê ve hatime birîndarkirin. Bi vê boneyê ez Elî Eskerî, Dr. Xalîd û Şêx Huseyîn bibîrtînim û bang dikim, hewar, hewar û hewar bila şerê biratiyê çênebe. Hîna birînên şerê birakujiyê nû ne û nehatine dermankirin.”

‘DIVÊ PDK FERASETA BIRAKUJIYÊ BITERIKÎNE’

Sezgîn bibîrxist ku li seranserê Kurdistanê 30 sal e Kurd banga yekitiyê li Mesûd Barzanî dikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li Bakurê Kurdistanê, Kurdan yekitiya xwe ava kiriye. Yê ku xwe nade ber yekîtiyê tenê PDK ye. Berî niha xwen û xeyalên salan ên Kurdan li dor maseyekê kom bûn û hêviya yekitiyê kete dilê Kurdan hemûyan. Lê ji ber ku her tişt bi dilê Barzanî nebû, çawan li Enqereyê Erdogan maseya çareseriyê wergerand, wî ji li Hewlêrê piyê xwe li maseya yekitiyê xist û ji binî ve rûxand. Bila mala Barzanî bizane ku Kurd li dijî kiryarên wan bi hêrs in û van kiryaran qebûl nake. Divê PDK feraseta birakujiyê biterikînin û pêşmerge demildest ji herêmên gerîla vekişine. Ên zimanê me qedexe dikin ne dostên pêşmergeya ne. Lewma divê pêşmerge bizane bê ka dijminê wan kî ye. Partiyên Kurdan divê hev xurt bikin, bi çavê dijminatiyê li hev mêze nekin. Dibe fikrên wan ên siyasî ne wekhev bin lê divê bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tevbigerin. Îro ji me re yekitî pêwîste û çavê dinyayê li ser Kurdan e. Divê PDK neyê lîstoka dijmin û li dîrokê binêre ka di wextê referandûm û êrîşên DAÎŞ'ê de yên li ser Kurdistanê kê çawa derî li ser wan girt û kî bi hewara wan ve çû. Divê vê yekê baş bîne bîra xwe."