Pêşmergeyê berê: Em bi yekitiya neteweyî dikarin bi ser bikevin

Pêşmergeyê berê Abdullah Yusuf Silêman got: "Divê Kurd vê serdema dîrokî û krîtîk baş binirxîne û li gorî demê tev bigerin. Ez bang li tevahiya partî û rêxistinên Kurdan dikim ku guh bidin daxwaza gel ya yekitiyê."

Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, careke din yekîtiya neteweyî ya Kurd bû rojeva sereke ya Kurdan û ji bo yekîtî pêk bên bang li ser bangê tên kirin. Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilabana Şirnexê, pêşmbergeyê berê Abdullah Yusuf Silêman li ser yekitiya neteweyî axivî û bang li partî û rêxistinên Kurdan kir. 

‘DIVÊ KURD YEKITIYA XWE AVA BIKIN’

Abdullah Yusuf Silêman di sala 1976’an de li Başûrê Kurdistanê pêşmbergetî kiriye û wiha qala wan rojan kir: “Di sala 1976’an de ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê sînorên hatine ferzkirin me derbas kirin, em tevlî nava pêşmergeyan bûn û heta sala 1982’an min xizmet kir. Gelek herêmên Başûr û Rohilatê Kurdistanê em geriyan. Ez tevlî şerê li gel Îraqê bûm. Tenê me ji bo xaka Kurdistanê têkoşîn kir. Niha êrîş li ser xaka Kurdistanê hene û divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Ji bo çêbûna yekîtiya neteweyî dereng jî maye. Kurdistan bê daxwaza Kurdan kirin çar parçe li kijan herêmê êrîş hebe divê Kurd berê xwe bidin wir û xaka xwe biparêzin. Em niha li Roboskiyê ne lê xizmên me li Dihokê jî hene. Em Kurd netewekin. Kijan parçe dibin metirsiyê de be divê em li wir bin û ji bo xaka xwe li ber xwe bidin.”

‘DEM HATIYE' 

Abdullah Yusuf Silêman destnîşan kir ku gelê Kurdistanê di serdem krîtîk û girîng de derbas dibe û ev tişt got: “Li seranserî dinayê her kes qala Kurdan dike. Yekitiya Neteweyî xeyala hemû Kurdan e. Dem hatiye, bila ev firsenda dîrokî ji dest nece. Ez bang li hemû Kurd, partî, rêxistin û dezgehên Kurdan dikim ku li ba hev kombibin û çarenûsa xwe diyar bikin. Di roja îro de Kurd pêşengtiyê dikin û bala dinyayê li ser Kurdan e. Parçe bûn û ne tifaqî li Kurdan nayê. Weke her kesê em jî daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, bi salan li Başûr û Rojhilat min xizmet kir. Min ji bo partiyek yan jî rêxistinekê xizmet nekir. Min ji bo xaka Kurdistanê xizmet kir. Niha jî ji min bê xwestin li kudera welat be bila bibe ez amade me. Divê her kes dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin û ji bo tifaqê werin li ba hevdû. Eger em tifaqa xwe ava nekin em ê hîn bêhtir bên kuştin û qetilkirin. Dê her kes were li ser axa me û axa me dagir bike. Ji bo vê yekê jî yekitî ji av û nan jî bêhtir pêwîst e.”

‘TIFAQA KURDAN HEBÛYAN KOMKUJÎ PÊK NEDIHAT’

Abdullah Yusuf Silêman bal kişan li ser Komkujiya Roboskiyê jî û wiha got: “8 sal berê di 28’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de 19 jê zarok 34 zarokên me hatin qetilkirin. Ez wiha difikrim ku eger tifaqa me Kurdan hebûya zarokên me li ser axa xwe nedihatin qetilkirin. Ji bo ku tifaqa Kurdan tuneye li her derê Kurd tên qetilkirin. Eger tifaqa Kurdan hebûyan li Başûr Enfal, li Bakur û Rojava jî li dijî Kurdan komkujî pêk nedihat. Ji bo vê yekê divê Kurd berî her tiştî tifaqa xwe ava bikin û li dora yekityê bicivin. Em bi yekitiya neteweyî dikarin bi ser bikevin û pêşî li êrîşan bigrin.”