Personelên Şaredariyê tevlî sondxwarina cerdevanan kirin

Li navçeya Artemêtan a Wanê, ji bo 126 cerdevanên nû merasîmek hate kirin. Personelên Şaredariya Artemêtanê bi darê zorê tevlî vê merasîmê hatin kirin.

Qeyûmê li Artemêtanê Atif Çîçeklî ku li ser gorên Ermeniyan tiwalet çêkir, piştî ku Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûman Kûrtûlmûş got, 'ew tiwalet wê bê xerakirin' bi gotina 'Ez ê nehêlim ku kêfa aşiqên Ermenî bê' li ber vê daxwaza wezîr rabû û heqareta li Şaredariyên DBP'yî dike, niha jî personelên şaredariyê bi darê zorê tevlî merasîma sondxwarina cerdevanan kir.

Li Wanê, 2 hezar û 488 cerdevan bi daxwaza xwe teqawît bûn. Hikumeta AKP'ê ji bo 4 hezar û 476 cerdevanên nû bixe şûna cerdevanên teqawîtbûyî dixebite. Ji bo vê jî li navçeya Artemêtanê kesên nû kir cerdevan. Ji bo 126 cerdevanan li Salona Sporê ya Nûr Tatar merasîma sondxwarinê hate lidarxistin. Waliyê Tirk ê li Wanê û Qeûmê Şaredariyê Mûrat Zorlûoglû, Qeymeqamê Artemêtanê û Qeyûmê Şaredariya Artemêtanê Atif Çîçeklî, Korgeneral Salîh Karataş, Fermandarê Alaya Jendermeyan a Bajarê Wanê Tûggeneral Yavûz Ozfîdan, Miftiyê Bajarê Wanê Nîmettûllah Arvas, Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe, cerdevan û malbatên wan tevlî merasîmê bûn.

Qeyûm Atif Çîçeklî li ser personelên Şaredariya Artemêtanê ferz kir ku tevlî merasîmê bibin û bi gotina "Em ê îro careke din bibînin bê kî çi ye" gef li personelan xwar. Beşek ji personelan tevî vê yekê jî tevlî merasîmê nebûn. Qeyûm Çîçeklî personelên ku ji bo tevlî nebin hincet nîşan dan, hinceta wan qebûl nekir û bi zorê ew tevlî merasîma sondxwarina cerdevanan kir. Personelên Şaredariyê di dema merasîmê de mîna leşkeran bi saetan di rêzê de li ser piyan hatin hiştin.