Performansa KNK'ê ya sala 2017'an û armancên sala 2018'an

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da xuyakirin ku sala 2017'an wan ji bo yekîtiya neteweyî pênc komxebatên şêwrê li dar xistine û li dijî asîmîlasyon û komkujiyan sê konferans pêk anîne. Koç got, armancên wan ên sala 2018'an mezin in.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, karên xwe yên sala 2017'an û armancên xwe yên 2018'an ji ANF'ê re nirxand.

Koç anî ziman ku di nava salê de wan li Başûr, Rojhilat, Rojava, Dîaspora Ewropa, Moskowayê ji bo civandina kongreya yekîtiya neteweyî pênc komxebatên şêwrê li dar xistine û got, li dijî asîmîlasyonê û komkujiyan di nava Kurdên Mereşê û Feyilî de konferans organîze kirin.e

Koç ragihand, di komxebatên xwe yên sala 2017'an de wan pîvana 'nîvî ji siyasetê, nîvî ji beşên civakî' tevlîbûnê bikin û got, "Li hin parçeyan, nûnerên civakê yanî tevlîbûna sivîlan ji ya partiyên siyasî zêdetir bû. Meha Cotmehê me li Rojava komxebata xwe pêk anî û civaka sivîl mohra xwe li binê vê komxebatê xist. Di vir de partiyên siyasî yên ku gel weke hêz nabînin, bi xurtî hatin rexnekirin Wekî din di komxebata neteweyî ya Silêmanî de jî, ku meha Tîrmehê hate lidarxistin, ev meyl derkete holê. Di şêwra Rojhilat de jî ku meha Îlonê hate lidarxistin nêzîkatiyeke bi heman rengî hate nîşandan. Vê yekê jî KNK xurtir kir. Piştî vê komxebatê, ji Rojhilat eleqeyeke zêdetir ji bo KNK'ê çêbû. Li nava Başûr jî nêzîkatiyeke bi heman awayî derkete holê. Sala 2017'an destketiya herî mezin a KNK'ê ew bû, ku di vîzyona yekîtiya neteweyî de hevgirtin û yekîtiya civak-siyasetê afirand. Ev jî bû sedem ku KNK di nava civakê û siyasetê de hê bêhtir bê dîtin."

Koç da zanîn ku yek ji pêşketineke girîng a sala 2017'an, zêdebûna jinan a li nava KNK'ê bû û got, "Ji ber ku li zemîna KNK'ê gotina jinê jî hate guhdarîkirin, eleqeya jinan a ji bo KNK'ê zêde bû. Ji ber vê yekê jin bi rengekî aktîf tevlî 17. Civata Giştî ya KNK'ê bûn û ji rêveberiyê re hatin hilbijartin. Lewma hejmara jinan di nava Konseya Rêveber a KNK'ê de zêde bû."

'ARMANCÊN ME YÊN SALA 2018'AN MEZIN IN'

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin li sala 2018'an dinerin û got, "Dijminên gelê me di ya berê de israr kirin, bi vî rengî xwe diqedînin. Gelê Kurd jî ji bo azadiyê di avakirina demokrasiya Rojhilata Navîn de israr dike. Sala 2018'an wê têkoşîna navbera demokrasiyê yanî Kurdan û navbera Tirkiye, Îran û Sûriyeyê yên bi dîktatoriyê tên birêvebirin, dijwartir bibe.

Destpêkirina protestoyên gel li Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku em ketine nava pêvajoyeke nû. Li Rojava, hilbijartina organên bilind ên federasyonê ku wê meha Çileyê bê kirin, nîşan dide ku sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê temam dibe û dor hatiye bidestxistina statuyê.

Ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî ku bi giranî di nava siya siyaseta neteweyî de dimîne, ji bo Bakur, Başûr û Rojava wê bibe destpêka serdemeke nû ya serketinê. Îran siyaseta xwe ya li dijî Kurdan bi rêk û pêk li Rojhilat dimeşîne. Ji aliyê leşkerî ve li Rojava/Bakurê Sûriyeyê û Başûr dimeşîne. Qelskirina Îranê li van herdu parçeyan wê ji bo şoreşa Rojhilat dem û derfetan biafirîne.

Yekîtiya neteweyî wê bi me hemûyan bidin qezençkirin, lewma weke KNK'ê em ê vê yekê hê bêhtir bixin rojevê. Beriya her tiştî em ê 26-27'ê Çileya 2018'an Şêwra 2. a Başûr pêk bînin û gefên giran li ser vî parçeyê welatê me heye.

Li gel komxebatên neteweyî, girîng e ji bo çareserkirina pirsgirêkên xweser ên parçeyan jî kar bên kirin. Me plan kir ku di mijarê şênber ên weke ziman, bawerî û jinê de karê yekîtiya neteweyî bikin.

Ji aliyê dîplomatîk ve ji bo pêkhatina meşrûiyeta navneteweyî ya statuya Rojava û Bakurê Sûriyeyê, em ê karê xwe xurtir bikin. Di vê çarçoveyê de em ê hin konferansên navneteweyî li dar bixin."