Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê: Nîşeyên Berxwedana Avaşînê - Beşa 1'ê

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi 'Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê'' bersiv dane êrîşên dagirker ên artêşa Tirk, li Avaşînê derbên giran li dijmin dide. Nîşeyên gerîlyan rewşa giyanî ya berxwedanê datîne holê.

'Mamreşo wê dîrokê binivisîne'

                                                                                                         23.04.2021 / Şeva operasyonê

                                                                                                        Avaşîn

Kesek şaş nema.  Ne rewşeke wiha bû ku tiştekî kesî nedipa hate jiyîn. Ji ber ku gerîlayan dijminê xwe nas kiribû, nexasim li Avaşînê ku çar hêlê wê bi dijmin dorpêçkirî ye, li cihekî ku bi dijmin re di zik hev de ne, kesek ne xerîbê kirina wê bû û ya tiştên ku wê bikira. Ji ber ku em hem hazir bûn, hem li baran dijmin hinekî tinazokî û hem jî bi tevdîr bûn. Ji mêj ve me hazirî ji bo operasyoneke Nîsanê kiribû. Tenê nehatibû zelalkirin bê ka operasyoeke pêkan wê li kûderê, li ser kîjan qadê be. 23'yê Nîsanê, êvarî piştî saet 7'an balafirên şer Qertal, Geliyê Basta, Geliyê Avaşînê, Girê Sor, Mamreşo, Werxelê, Aris Faris, Dola Konferansê û Şûkê da ber bombeyan. Balafirên şer jixwe her roj bi pergal li ser vê devera weke bihiştê, mîna zebaniyan diûn û idhatin û her carê hevalan digot, ''Ev lêdan ne ji bo xêrê ne''. Dema ku êrîşa hewayî anîn em li kampaya Şehîd Şoreş a li Geliyê Basyayê bûn ku hema li pêşberî Girê Mamreşo bû. Balafiran bêrawest erazî bombe dikir, qiyameta piştî bi çend deqeyan digot. Dema ku dijmin bi obûs û hawan li qada Mamreşo da êdî mê pê derxistibû bê ka operasyon wê were ser kû. Heval Marya ku nû hatibû qadê çek û rextên me yên li mangaya rex anîbû û gotibû, ''Heval zû rabin, dijmin leşkeran dadixe'', dema ku wiha gotî, tişta ku me pêşî gotibû ev bû: ''Mamreşo wê dîrokê binivisîne..''

‘Avaşîn ji bo dijmin wê bibe goristan’

24'ê Nîsana 2021'an - Roja 1'ê ya Berxwedanê
                                                                                                       Avaşîn

Dijmin dema ku leşker danî, hevalên li qad û eraziya Mamreşo derb li du Skorskiyan dan.Dijmin baweriya xwe bi balafirên şer, bi helîkoptêrên êrîş û Skorskyê, li teknîka 'xurt' a li pey anî û leşker danî Mamreşo. Beriya ku leşker werin danîn bi dehan caran dabûn ber bombeyan, ne gerîla, diviya ti zindî sax nemabûya.! Lê li pêşberî wan gerîlayên Apoyî hebûn ku di van bombekirnian de tiliya wan jî neêşabû, destê wan li tetîkê û ji berê de di çarenûsa wan de berxwedan hebû. Hevalên li qada Mamreşo, hem li eraziyê û hem li tûnel û mewziyên şer ji bo ku mohra xwe li wê serfiraziyê bixin ku ji mêj ve dema wê hatibû di tetîkêde disekinîn. Belê, wê wiha ne hêsan bûya ku wê bi rehetî xwe bihejînin û bikevin Mamreşo!  Ji Aris heta bi Faris, ji Rodî heta bi Nalînan, Mamreş mekanê welatparêzî, berxwean û vînê bû.

Dijmin cara pêşî dema ku hewl dide ku bikeve şikeftê hevalên ku li tûnelên Mamreşo mewziyan diparêzin bi çekên ferdî û bombeyan destan bersiva peşî dabûne dijimn. Dijminê ku derb xwarî bi kuştî û birîndaran bêgav ma ku vekişe. Li Kurdistanê, nexasim li Zagrosan ku keleha berxwedane ya Kurdistanê rê li dagikeran nayê vekirin. Ma ne ji bo van xakan stran hatibûn standin, dastan hatibû nivîsîn. Ji bo yên ku li ber xwe dan, ji bo yên ku mirin dan ber çavan lê bi paş ve gav neavêtin, şer kirin û gihaştine ezmanan...Straneke me digot, 'Ne Skander, ne Tîmûr, ne Ereb, ne Fars''.

Skorskyên artêşa Tirk vê carê ne ji bo ku leşkeran daxîne lê ji bo cenazeyên leşkerên ku beriya niha danîbûn rake, hatibû. Li hêlekê ku Skorsky  cenazeyan radike, dijmin cara duyan dema ku hewl dida ku têkeve tûnelên şer, hevalan rêze teqemeniya ku berê hazir kiribû bi dijmin de diteqîne. Piştî derba duyan dijmin mecbûr ma ku gavekê bi paş de vekişe.

Ev cihên ku me jê re bi Kurdî şikeft digot, dijminê alçax jî di propagandaya şerê taybet de bi gotina, 'magara, in' (kun) dixwest reş bike, ne ji wan şikeftên wiha jirêzê bûn. Ji bo ku Kurdistanê ji her cure dijmi nû her êrîşê bi teqezî were parastin, me ev çiya û ev kevir bi sebra Hazretî Eyûb, bi daxwaza Ferhat, bi rêça berxwedanê ya dê û bavên me yên Kela Dimdimê û bi rihê Apoyî me kolabû. Niha şikeft êdî ne şikeft bû; bûbûn weke labîrantên şer ên berfireh ku ji gelek tûnêlan pêk hatibûn. Hevalan carinan bi nîvhenekî digotin, ''Heval, kêm dimîne ku mirov ji van re şikeft bibêje, me hem bajarên binerd çêkirin ku bi dehan tûnel û mewziyên wê hene û hem jî me kelehên berxwedanê yên modern ên serdemê çêkirin''. Belê, bi rastî jî kêm bû ku me jê re şikeft bigota, ji ber vê, gerîla ji van re mewzî û tûnelên şer dibêje. Kî zane, belkî jî wê rojek bê û wê navekî herî rast ji bo kelehên berxwedanê ya modern a serdemê were dîtin ku herîla bi xwedanek, ked û hewldaneke bê hed û hesab ev çêkiribûn.

Hevalên ku li qada Mamreşo li ber xwe didan sibeha 24'ê Nîsanê bi cîhaza bêtêlê ya mezin bi hevalên li eniyên din re têkilî danî. Di dengê hemû hevalan de yên di mewziya şer de moral û şanaziya berxwedanê hebû û ya ku wê rê nedin dijmin.  Fermandarê Herêma Mamreşo heval Serhat Giravî ku dema operasyonê di mewziya şer de li ber xwe dida, digot, ''Mamreşo wê ji dijmin re bibe goristan!''. Lîlandin û dirûşmên hevalên jin ku di tûnelên şer ên Mamreşo de bûn, bû îlham û sedema ku hemû hevalên li Avaşînê ji bo serkeftinê sond bixwin. Ev wêrekî, ev moral, şervaniya wiha, bi teqezî diviya bi serfiraziyê bi encam bibûya. Heval Rûken ku di wê mewziya berxwedanê de bû got, ''Dagirker tirsiyan, tirsiyan ,paş ve zivîvîn û çûn'' û bi serê xwe tinazê xwe bi artêşa Tirk dikir.

JI VAN TÛNELAN ENCEX KUŞTIYÊ DIJMIN DERKEVE

Keleha berxwedanê ya li Avaşînê ne tenê Mamreşo bû. 24'ê Nîsanê agahî hat ku sibehê dijmin leşker li qadên Şehîd Serdar û Şehîd Dilgel ên li qada Mervanos danîne. Rengê berxwedanê li herdu eniyên Avaşînê jî yek bû. Li du eniyan jî dilê berxwedêran bi eynî rengî lêdida, bi rîtma yek stranê lêdida. Hevalên ku mewziyên şer ên Şehîd Serdar diparastin, dema ku helîkoptêrên êrîşên yên artêşa Tirk li qadê dan, bi eka doçka li dijmin dabû û di gava pêşî de bêgav hiştibû ku dijmin bi paş ve vekişe. Vê sibehê saet 10'an du teqemeniyên ku bi ser dijmin de hatin teqandin, ku dijmin hewl dida bikeve mewzî û tûnelên şer ên Şehîd Serdar,  weke li eniyên din, li qada Şehîd Serdar jî bi eynî rengî bersiv dabûn dijmin. Bersiva gerîla zelal e, tund bû û bi zimanekî wiha bû ku dijmin jê fêhm bike: Ji van tûnelan encex dijmin bi rengekî kuştî derkeve.

Yek ji çalakiya ku mohra xwe li roja duyan a berxwedanê dayî, çalakiya hevalên jin bû. Berxwedan ne tenê li tûnelên şer bû, hevalên li eraziyê ji bo ku destekê bidin hevalên ku li mewzî û tûnêlan şer dikirin seferber bûb3u û ew tenê nehiştibûn. Leşkerên dijmin ku li gora mewzî û tûnêlan kom bûbûn, êdî ketibûn hedefa hevalên ku li derve tîm bi tîm tevdigeriyan. Hevalên jin îro li wan dagirkeran dan ku li qada Şehît Serdar kom bûbûn. Dîmena çalakiyê hêjayî dîtibûn, ku leşkerê bûyî hedef û derb xwarî têwirî erdê dibû. Leşkerên ku pê nedizanîn bi kûr de birevin, nedizanî bê ka li kûderê ne, ji kûderê hatine, li Zagrosan li qulekê digeriyan ku bikevinê.

Berxwedana ku bi navê xwe berz bûyî

 25 Nisan 2021/Avaşîn

                                                                                                                             Roja Duyan a berxwedanê

Sibeha 25'ê Nîsanê ji Muharebeya Qertal (koda cîhaza bêtêlê ya eyaleta Avaşînê)  hate ragihandin wê ji niha û pê de tekmîla çalakiyan bi çarçoweya ''Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê'' were dayin. Navê vê pêngava ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de hate dayin, reng û qedera berxwedanê û eşr diyar diek an jî ji bo ku layiqî wê bibin wê were geşkirin. Hevalên ku ji cîhazê ev anons bihîstin, navê berxwedanê ya li Avaşînê li her kampê bi kelecaniyeke mezin, bi coşiyekê, bi lîlan û dirûşmeyan pêşwazî kirin. Hevalekî li rex me got, ''Heval ev nav pir xweş bûye! Çi gotine, ''hêlîna bazan ji pepûan re nabe!''

Li qada Mamreşo dengê helîkoptêr û balafirên şer, dengê şer heta sibehî nesekinî. Ji Mamreşo heta bi geliyên kûr ên Bastayê û li bilindcihêan dengê çek û teqînan yek heqîqet dio: Ev şer wê cuda bûya, ev şer bi qasî sotîneriya xwe wê hebûna gerîlayan a li Zagrosan û belkî jî ya li hemû Kurdistanê diyar bikira.

Heval berxwedaniya xwe didomînin. 7 gerîlayên ku li tûnelên şer ên Şehîd Mûnzûr ên li Mamreşo ne û 5 gerîlayên li tûnelên Şehîd Serdar, li dijî bi hezaran leşkerên artêşa Tirk, teknîka wan û gaza wan a jehrî şer dikin. Ev vîneke çawa ye, berxwedaniyeke çendî mezin e ku neh deh gerîla dikarin ji artêşeke bibêjin, ''hêdî''. Careke dî bi hevrêyên xwe şanaz dibim, ji bo ku em bûne şahidê van gavên berxwedana dîrokî li gel her tiştî, hemû êşan jî em xwe bisûd dibînin. Belê, sirûdên li ser zimanê leşkerên Tirk, li ber tûnelên Mamreşo û Şehîd Serdar, derewek e.

Duh nîvrokî saet 12:30'an hevalên li Mamreşo dijmin dişopînin, tam dema ku li ser mewziyan kom dibin, bi taktîka sabotajê derbeke wiha li wan didin, li vir 9 leşkerên dagirker ên TC'ê têne cezakirin. Dijmin bi bayê bezê kuştî û birîndarên xwe bi Skorskyan ji qadê radike.

Piştî vê çalakiyê ji şevê dî ve dengê şer ku li her deverê olan dida, şûna xwe ji bêdengiyeke kûr re hişt.  Ev bêdengî ji ber wê bû ku leşkerên Tirk nema dizanîn bê ka wê çi bikin, şok bûbûn, ango halê kaosê bû ya wan kesên ku ketibûn gergerînekekê. Tiştên ku piştî vê teqînê hatin jiyîn encama wê rewşa beriya niha bû ku wê nizanîbûna çi bikin. Leşkerên Tirk ku piştî vê teqînê bi sê seatan nediwêra têkeve meziyê, kamera kirin serê kûçik, ku de qey ji wan wêrektir bû û şandin tûnelê. Leşker bi vî rengî wê mezinahiya mewziya şer, tûnelan û hijmara gerîla bizaniya. Ew kûçikê ku leşkerî herî wêrek ê artêşa Tirk bû, hê bêriya ku bikeve hundir ji hêla hevalan ve hate bêkêrkirin û dest li ser kamerayê hate danîn. Piştre me dengê heval Zafer bihîst, ku li mewziya Mamreşo yek ji wan hevalê berxwedêr bû.  Heval Zafer yek ji wan hevalên wiha bû ku di demên herî giran ên jiyan û şer de jî, tim dikarî bikenî û bida kenandin. Em hemû dengê Zafer dibihîsin, bi kenê wî re dikenin, digot, ''Heval ez im, ez Zafer im, min kûçikek girt'' û dibû hîqehîqa wî. Rewşa ku artêşa Tirk li Avaşînê ketibûyê ev bû. Hevalekî li rex me bûyer bi yek hevokê got, ''Bi qasî kûçikekî jî nehatine.''

Dijmin, îro bi kêmanî pênc caran hewl da ku bikeve tûnêlên mewziyên şer. Her carê têk çû û her carê derb xwar.  Leşkerên Tirk heta saet 22:00'an her carê bi ser neket, bi mayinên ku hevalan bi ser tûnelan de teqandin hewldana wan îro bi ser neket. Psîkolojiya dagirkeran serûbinî hev bû, helîkoptêrên êrîşê bi hawara wan ve hatin. Helîkoptêran tevahiya şevê qad dane ber bombeyan, dema ku encam nestandin ji bêgavî vegeriyan.

Her wiha li eniya dî, berxwedana 5 hevalên ku li mewziya Mervanosê jî rêzên dawî yên dastana dîrokî dinivisnadin. Duh saet 14:40'î dijmin hewl da ku bikeve mewziya Şehîd Serdar, li vir hevalan bi çekên şexsî derbên giran li dijmin dan. Dijmin kuştî û birîndarên xwe rakir û careke dî jî mecbûr ma ku vekişe. Dewleta Tirk li Avaşînê şerekî dûrî hemû nirxên mirovahiyê, dûrî exlaqê şer dike. Neviyê wan pêşiyên xwe bûn ku bi salan e newêrin sîngesîng li dijî gerîla şer bikin, ew leşkerên ku li ber mewziyên Şehîd Serdar kom bûbûn. Bêexlaqî, sûcên şer û komkujî ji wan dewr girtibûn. Bi sedan dagirkerên ku nedikarîn derkevin pêşberî 5 gerîlayên ku li wê mewziyê li ber xwe didan, bi çekên kimyewî û bombeyên gazê êrîş anîn ser mewzî û tunelan û hewl dan ku hevalan bifetisînin lê hevalên ku dijmin nas dikrin, li dijî hemû kiryarên wê yên dermirovî bi tevdîr bûn, ev êrîş jî pûç kirin û li dijî gaza kimyewî jî xwe parastin. Îro her wiha hevalan sê caran bi tatîka sabatojê li dijmin da ku hewl dida li eraziyê bi cih bibe. Dijmin ê ku bi bombeyên gazê dixwest hevalan ji hiş bixe û wan teslîm bigire, bi sabotajên hevalan gêjelanî bûn. Heval Çekar ku yek ji wan hevalan bû li mewziya Şehîd Serdar li ber xwe dida, di şer de birîndar bû. Li gel ku birîndar jî bû, rewşa xwe neda pêşiya vê berxwedana bêhempa, nekir asteng. Li gel birîna xwe, li nav berxwedanê, li wna tûnelan bi wêrekiyeke mezin şer kir.

Û Avaşîn belkî jî dibû şahidê yek ji berxwedana herî bêhempa a dîrokî ya gerîlayên ku li ser hev derb li êrîşên dijmin dida. Di roja sêyan a berxwedanê de serkeftî dîsa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn.