Pêkhateyên Kerkûkê li ser siberoja Kerkûkê diaxivin

Salek di ser dagirkirina Kerkûkê re derbas bû û hîn jî aliyên siyasî yên Kurd û pêkhateyên li herêmê li hev nekirine. Şiwan Dawidî têkildarî mijarê got: "Niha hemû alî li ser wê gihiştine hev ku nirxandinên cidî li ser mijarê bikin."

Rewşa li herêm, nakokiyên aliyên Kurdan ên li ser Kerkûkê û metirsiyên komên çete yên li Kerkûkê nivîskar û Parlementerê Berê yê li ser lîsteya YNK’ê yê Iraqê Şiwan Dawidî ji ANF’ê re nirxand û got: "Di halê hazir de niha hemû pêkhate gihişte wê yekê, ku her sê pêkhateyên herêmê li ser rewşa Kerkûkê bicivin û gotûbêjan bikin."

YNK'Ê DEST BI GOTÛBÊJAN KIRIYE

Dawidî bal kişand ser hewldanên gotûbêjên bên kirin û ev nirxandin kir: "Niha hemû pêkhate gihiştine wê qenetê ku gotûbêjên cidî yên lihevkombûna her sê aliyan a ji bo berjewendiyên bajarê Kerkûkê ye. YNK weke aliyekî vê yekê dest bi danûstandinan kiriye. Berî vê bi salekê çav li rê bû ku weke PDK û YNK bi yek heyetê tevlî civînan bibin, lê PDK'ê xwe neda ber vê û berî hilbijartinê daxwaza walîtiya Kerkûkê kiribû."

DIVÊ ÇARESERIYEKE ENCAMGIR BÊ PEYDAKIRIN

Nivîskar Dawidî bal kişand ser encameke giştgîr ku bê peydakirin û got: "Divê di zûtirîn demê de çareseriyek ji bo rewşa Kerkûkê bê dîtin ku hemû pêkhate li ser vê bigihêjin encamekê. Divê her sê aliyên berpirs di warê rêveberî, aborî û ewlekariyê de cih bigire ku aramiya bajar bikarin biparêzin. Ev jî bi kombûna li hev a aliyan dibe."

RÊGIRIYA HÊZÊN DERVE BÊ KIRIN

Parlementerê berê Şiwan Dawidî da xuyakirin ku ji bo gotûbêj bi ser bikeve, pêwîste rêgiriyê li destê derve yên li ser Kerkûkê bê kirin û wiha pêde çû: "Divê destên Tirkiye û Îranê yên li ser Kerkûkê bê girtin û ji bo çareseriyê jî divê li nav xwe hemû pêkhate li hev kom bibin û ji bo siberoja Kerkûkê û berjewendiyên hemû pêkhateyên li Kerkûkê kar bikin."

PDK BERJEWNDIYÊN XWE LI SER Ê GEL RE DIBÎNE

Dawidî bîbir xist ku PDK berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gelê Kurdistanê re dibîne û PDK xwe weke xwediyê Kurdan dizane û wisa difikirin ku her biryara di derbarê Kurdan de be ew biryarê bidin. Dawidî got: "PDK ji derveyî xwe hesabê ji bo ti aliyên din ên siyasî nake, ji bo wê tevlî her civînê ji bo Kerkûkê nebûne."

PÊWÎSTÎ BI LIHEVKIRINÊ HEYE

Herî dawî nivîskar û parlamenterê berê yê ser bi lîsta YNK’ê yê Iraqê Şiwan Dawidî got: "Rêya herî baş û guncav a çareseriyê ew ku guh bê dayîn welatiyên bajar û lihevkirinek di berjewendiyên gel de be. Ji bo çareserî jî bi dîtina min mirov dikare bi du qonaxan destpê bike. A yekem; destpêkirina guftûgoyan, pêkanîna hevkarî, lihevkirinên di navbera pêkhateyan de. Niha di halê hazir de ji her tiştî zêdetir pêwîstiya gel bi aramiyê heye."