KCDK-E'yê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku her Kurdistanî divê bi israr bi zimanê dayikê biaxive.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

KCDK-E'yê daxuyaniyek da û got, "Ziman taybetmendiya herî bingehîn a hebûna gel û neteweyekê ye" û ragihand ku qedandina ziman tê wateya qedandina Kurdan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta faşîst mêtinger jî li gorî vê rastiyê tevdigere, lewma bi dijminane êrîşî çand û zimanê Kurdî dike, tinekirina zimanê Kurdî weke gavek ji bo mayindebûna dewleta xwe dibîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de dewleta Tirk a qirker dewletên mêtinger bi polîtîkayên asîmîlasyon û komkujiyê êrîşî hebûn, ziman, çand û azadiya gelê Kurd dikin."

KCDK-E'yê diyar kir ku weke gel li dijî mêtingeriyê ji bo parastina hebûn, azadî û nasnameya xwe divê têkoşînê mezin bikin, bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxivin, mejiyê barbar û qirker têk bibin û bi stratejiya parastina hebûna xwe nêzî ziman û çanda xwe bibin, ji bo vê jî têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel têkoşîna li her qadê ya li dijî dijmin divê ew perwerdeya bi zimanê dayikê girîng bibînin, bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û binivîsînin û hate gotin, "Di vê demê de ku dewleta Tirk a qirker li dijî nirxên me di nava êrîşeke topyekûn de ye, divê em hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin û gavên şênber biavêjin.

Divê saziyên me hemû bi zaravayên Kurdî biaxivin, bi hestiyarî nêzîk bibin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên mêtingeran têk bibin. Bi qasî ku em xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin em ê hebûna xwe karibin biparêzin û paşerojeke azad ava bikin.

Bi navê KCDK-E'yê li ser vê bingehê em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û her kesên ku ji bo ziman û perwerdeya Kurdî kedê didin bi rêzdarî silav dikin, serketinê dixwazin."