PDK’yî gazî Erdogan dikin: Em bira ne!

PDK rûmeta neteweyî bin pê dikin û li ser twîtterê ji Erdogan re dibêjin; “Em hevalên we ne, bila hevalbendiya me neqede.”

Wekîlê Serokatiya Koma PDK’ê Umêd Xoşnaw bi parvekirina xwe ya li ser twîtterê ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re got: “Em heval in.”

Di serî de Erdogan, nerazîbûna dewleta Tirk a li hemberî referandûma ku plansaziya wê tê kirin, zêdetir dibe. Wekîlê Serokatiya Koma PDK’ê Umêd Xoşnaw bi parvekirina xwe ya li ser twîtterê ji Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re mentîon nivîsand û got: “Em hevalên hev in, bila hevalbendiya me neqede.”

Umêd Xoşnaw (@omed_xoshnaw) li ser twîtterê ev tişt nivîsand: “Recep Tayyip Erdoğan We are your friend, don't lose us! #KurdistanReferendum @RT_Erdogan.

Şêwirmendê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî, Berhem Hasan Mistefa jî li ser hesabê xwe yê twîtterê (@BarhamHassanM) heman gotin bi Tirkî par ve kir.

Erdogan çend roj berê beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û gotibû ku piştî civîna Lijneya Ewlekariyê ya Giştî û Lijneya Wezîran ew ê bersiva referandûmê bide.

Duh jî Erdogan beriya ku biçe civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 72’emîn a li DYA’yê li balefirxaneyê axivî û peyv avêt gotina Barzanî ya ku dibêje; “Di 16 saliya xwe de ji bo Kurdistana Serbixwe min rahişt çekê” û got: “Dema tu têkevî tengahiyê tu yê werî li deriyê me bide, tu yê piştgiriya me werbigirî lê dema mesele were parçebûna Iraqê tu yê bi ya xwe bikî. Qaşo çîroka wî ya zaroktiyê ye, gelo tiştekî wisa pêkan e?”