PDK û AKP li dijî HDP'ê bi hev re tevdigerin

Nûnerê HDP'ê yê Başûrê Kurdistanê Abît Îke got, êrîşên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî partiya wan tê kirin û êrîşên AKP'ê yên li dijî partiya wan di heman demê de tên kirin û diyar kir, ev her du partî bi hev re tevdigerin.

Li Başûrê Kurdistanê, zextên PDK'ê yên li ser Kurdên ji ber sedemên cuda ji Bakurê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kirine, zêde dibe. Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Başûrê Kurdistanê Abît Îke li ser van zext û zordariyên PDK'ê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, zextên PDK'ê li gel zextên AKP'ê tên kirin.

Îke ragihand, PDK bi taybetî li Hewlêr, Duhok û Zaxoyê Kurdên ji Bakurê Kurdistanê binçav dike, zextê li wan dike û ji van bajaran derdixîne. Îke destnîşan kir, ku ew van polîtîkayan qebûl nakin.

'JI MESÛD BARZANÎ RE JÎ HATE RAGIHANDIN'

Îke anî ziman, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew beriya niha gelek caran bi PDK'ê re rûniştine, lê ti encam ji van hevdîtinan derneketiye. Îke got, "Ji bo dawîanîna li zextên li Bakuriyan tê kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, hem weke nûnertî hem jî weke heyeta li ser navê hevserokên me yên giştî, em gelek caran bi PDK'ê re rûniştin. Zext li Kurdên ji Bakur ên ji ber ceza li wan hatine birîn hatine vê derê, ya jî ji bo kar hatine Başûrê Kurdistanê, tên kirin. Lê belê ev zext di dema dawî de zêde bûn. Me ev mijar ji Birêz Barzanî re jî ragihand. Lê belê ji hevdîtinan me ti encam negirt."

KÎ FERMANA VÊ DIDE?

Îke bibîr xist, zextên li Kurdên ji Bakurê Kurdistanê bi taybetî yên li HDP'yiyan zêde bûne û wiha dewam kir: "Çend me berê wesayîta me hate desteserkirin. Piştî ku nerazîbûn hate nîşandan ji ya xwe vegeriyan û gotin, karekî ku ji aliyê asayîşê ve hatiye kirin. Wekî din, der barê zextên li endamên me tên kirin de dibêjin, briyara asayîşê ye. Lê me ji wan re got, heta ku fermanek ji hikumetê neyê asayîş nikare tiştekî wiha bike. Yanî asayîş bi kîjan erkê banga îfadeyê li endamên me dike, zextê lê dike, bi wan kaxizan dide îmzekirin ya jî mafê wan ê rûniştinê (îkametgahê) betal dike û ji Hewlêrê derdixîne? Eger asayîş dikare vê tena serê xwe bike, wê çaxê hikumet li ku ye?"

'DERIYÊN DIYALOG Û TÊKILIYÊ HATINE GIRTIN'

Abît Îke ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêkan beriya niha deriyên diyalogê vekirî bûn, lê di dema dawî de derî hatine girtin û got, "Em ev rewş herî dawî ji Têkiliyên Derve yên PDK'ê re ragihand. Lê tiştek nehat guhertin. Berê, dema pirsgirêkên bi vî rengî rû didan, me hevdîtin dikir û hewl didan pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê di dema dawî de êdî berpirsyarên PDK'ê bersivê nadin telefonên me jî. Piştî ku deriyên diyalog û ragihandinê hatin girtin, me jî hewl dan bi rêya çapemeniyê vê vebêjin. Em neçar man daxuyaniyeke bi vî rengî bidin."

ÎMZEYA 'TÊKILIYA XWE BI HDP'Ê RE BIBIRE'

Îke diyar kir, asayîş kaxizên ji bo birîna têkiliya xwe bi HDP'ê re bi endamên wan dide îmzekirin û wiha dewam kir: "Li dijî daxuyaniya me Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê bersivê dide. Lê mûxatabê me ne asayÎş e. Ferman ji asayîşê re tê dayin, ew jî bi erka xwe radibe. Mûxatabê me ew kesên ku vê fermanê didin. Fermanname ji asayîşê re hatiye şandin. Di vê fermannameyê de tê gotin, divê Kurdên ji Bakurê Kurdistanê neçin HDP'ê û tevlî ti çalakiyên wan nebin. Vê fermannameyê bi endamên me yên bang li wan dikin didin xwedin û bi zorê didin îmzekirin. Em vê yekê teqez red dikin."

ÊRÎŞ DI HEMAN DEMÊ DE TÊN KIRIN

Îke diyar kir, zextên li ser partiya wan bi êrîşên 3'ê Adarê yên li Şengalê re gelekî zêde bûne û destnîşan kir, zextên AKP û PDK'ê paralelî hev tên kirin. Îke got, "Êrîşên mehên dawî, bi taybetî bi êrîşên 3'ê Adarê yên lİ Şengalê re dest pê kirin. Endamên me yên tevlî çalakiyên prostoyî yên li dijî vê êrîşê bûn, hatin binçavkirin. Hevalekî me hê jî di binê çavan de ye. PDK zextên li vê derê paralelî zextên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike."

'DIVÊ PÊŞÎ LI VAN POLÎTÎKAYAN NEYÊ VEKIRIN'

Nûnerê HDP'ê yê li Başûrê Kurdistanê Abît Îke bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir, ku rê nede van polîtîkayan û wiha dewam kir: "Em sêyemîn partiya herî mezin a li Tirkiyeyê ne. Tevî vê yekê, li çar parçeyên Kurdistanê em partiya herî mezin a siyasî ne. Em hurmetê nîşanî hemû partiyên siyasî yên li her parçeyekî Kurdistanê didin. Lê em li bendê ne ku heman hurmet ji partiya me û endamên me re jî were nîşandan. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin, ku li ber van polîtîkayan rabin."