PDK rojnamevanên Kurd ceza dike û şanazî bi ragihandina Tirk dike

PDK astengiyan ji ragihandinên Kurdî re derdixe û wana destgîr dike, lê şanazî bi ragihandinên dewleta Tirk dike ku li Başûrê Kurdistanê siyasetê şerê taybet birêve dibin.

Desteya Mafê Mirovan ya li Parlemena Herêma Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê behsa encamê serdana xwe ya girtiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya roja 1’ê Nîsanê pêkanîbû kir.

Serokê Desteya Mafê Mirovan a li Parlemena Herêma Kurdistanê Romiyo Hekarî ragihand ku wan serdana girtiyên siyasî kiriye û wiha pêde çû: “Me serdana wan 5 çalakvan û rojnamevanên Behdînan kir, wana ev tawanên ku di dadgehê de li ser wan hatibû sepandin red kirin.”

Di heman demê de Hekarî got: “Tendirustiya wan başe, lê ji ber pirbûyîna hejmara girtiyên li girtîgehê nexweşiya çerm li wan pêşketiye.

Desteya Mafê Mirovan bal kişande ser nebaşbûna cihê girtiyan û got: “Cihê wan pir xirabe û salona wan tenê cihê 30 kesan e, lê çar qatê wê girtî têde tên ragirtin. Mehkuman gotin ku heya roja dadgehiyê tu kes nedîtine, heta rê nedane ku parêzerên xwe jî bibînin. Ew hemû jî binpêkirinên yasayî û mafê mirovin ku li hemberî wan hatiye pêkanîn.”

Hêjayê bibîr xistinê ye ku piştî nêzî 6 mehan girtîbûnê, roja 16.02.2021’an Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê ceza 6 salan ji her yek ji rojnamevan û çalakvanan pejirand, roja 17’ê Sibatê her 5 mehkum dest bi greva birçîbûnê kirin û zêdetirî mehekê greva xwe domandin.

Navê yên ceza li wan hate birîn wiha ye; Guhdar Zêbarî, Şêrvan Şêrvanî, Harîvan Îsa, Eyaz Kerem û Şivan Seîd.

Ev êşkence û sizadayîna rojnamevanan ya ji aliyê PDK’ê di demekê de ye ku îro Berpirsê Fermangeha Pêywendiyên Hikumeta Herêmê Sefîn Dizeyî ji ragihandinên Tirkiyê re axivî û şanazî bi hebûna ragihandina dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê dike.

Li gorî gelek çavdêrên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizeyî wek qaşo fermanberekî hikumeta herêma Kurdistanê ye û di heman demê de pêdagirê radîkal ê siyasetên dewleta Tirk ê dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê ye tê naskirin. Li gorî agahiyên ku çend çavkaniyên taybet dane ANF’ê, dibêjin hevjîna Sefîn Dizeyî bi eslê xwe Tirk e, îhtîmalek pir mezin heye ku di bin bandora hevjîna xwe de be ji ber vê demûdezgehên hikumeta herêma Kurdistanê ji bo xizmeta dewleta Tirk a dagirker bikar tîne.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku 2 meha ji beriya niha Rêveberiya Kanala Ronahî TV di daxuyaniyekê de ragihandibû ku çend car ji hikumeta herêma Kurdistan daxwazkirine ku ofîsekê xwe li bajarê Hewlêrê vekin, lê hikumeta herêmê bersiva daxwazên wan nedaye.

Bersivnedayîna hikumeta herêmê ya ji bo daxwaza Ronahî TV’yê di demekê de ye ku TV’yên girêdayî PDK’ê bi rengekî serbest û bêyî astengiyekê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekirine û karên xwe li gorî siyaseta xwe ya weşanê birêve dibin.

Ew hemû bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku PDK’ê hemû derî ji Tirkiyê re vekiriye û şanazî bi hebûna ragihandinên dewleta Tirk a dagirker ya li Başûrê Kurdistanê dike, lê rojnamevanên herêma Kurdistanê destgîr û wana êşkence dike, her wiha li pêşiya vekirina afoîsekê ya kanaleke TV’yê ya Rojavayê Kurdistanê astengiyan derdixe.