PDK nahêle Êzidî li cih û warên xwe vegerin

Bi sedan Êzidiyên li kampên li Başûrê Kurdistanê, ku dixwazin vegerin Şengalê, li Sihêlayê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve tê astengkirin.

Bi sedan welatiyên Êzidî yên li kampên li bajarên Duhok û Hewlêrê ne û dixwazin vegerin Şengalê, li Sihêlayê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tên astengkirin.

Bi qasî 150 malbatan duh xwestin vegerin Şengalê, lê belê li deriyê Sihêlayê hatin sekinandin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, malbatên Êzidî yên ji kampa Bacîd a Duhokê hatin, li ser rêya vegera Şengalê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin astengkirin.

Bi sedan malbatên Êzidî yên ji Bacîd û kampên din ên li Başûrê Kurdistanê hatin, li deriyê Sihêlayê tên sekinandin. Li ber deriyê Sihêla rêzeke dirêj a ji qemyonên ku Êzidiyan mala xwe xistinê, çêbûye.

Asayîşa PDK'ê hêza xwe ya li vê derê zêde dike. Êzidî li binê tavê tên rawestandin.