PDK ji Şengalê vekişiya

Hêzên PDK’ê ji ber berxwedana gel ji Şengalê vekişiya.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kiribû PDK’ê hewl dide bi çekan mudaxeleyî Şengalê bike, di destê sibehê de PDK û hêzên leşkerî yên girêdayî Iraqê xwestin têkevin Şengalê.

Gel li hemberî hêzên PDK’ê li kolan û rêyan kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Rêveberiya Xweser duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ew ê li hemberî mudaxeleya PDK’ê li ber xwe bidin û tevdîrên ewlekariyê pêk bînin.

Gel hemû rêyên sereke yên diçe Şengalê ji trafîkê re girt û li ser rêyan barîkat ava kir.

PDK VEKIŞIYA

Ji ber berxwedana gel hêzên PDK’ê ji herêmê vekişiyan.

Gel li Şengalê bi konwoyên wesayîtan vekişandina PDK’ê pîroz kirin.