PDK hêzên 'Mekteba Serok' li Duhokê bi cih kir

PDK hêzên xwe yên 'Mekteba Serok' li gundên Duhokê bi cih kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, komek ji hêza 'Mekteba Serok' a PDK'ê beriya hefteyekê ji gundê Serêşme yê navçeya Xalîfanê ya bajarê Hewlêrê heta navçeya Barzanê ya Duhokê hatiye bicihkirin.

PDK'ê Doçka, BKC, gelek çekên giran û wesayitên zirxî yên leşkerî li herêmê bi cih kir.

Hêzên PDK'ê li gundên herêmê nuqteyên kontrolê danî û nasnameya gundiyan kontrol dikin. Her wiha ji êvarê û pê ve derketina derve li gundiyan qedexe kirine.

PDK'ê di 25'ê Cotmehê de komek ji hêzên xwe şandibû herêma Garê.