PDK’ê rê neda Edhem Barzanî derbasî Hewlêrê bibe
PDK’ê rê neda endamê berê yê Desteya Rêveber a PDK'ê Edhem Barzanî ku bi boneya Cejna Qurbanê dixwest biçe Hewlêrê. Barzanî ku ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin, neçar ma vegere Îranê.
PDK’ê rê neda endamê berê yê Desteya Rêveber a PDK'ê Edhem Barzanî ku bi boneya Cejna Qurbanê dixwest biçe Hewlêrê. Barzanî ku ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin, neçar ma vegere Îranê.
Siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku berî mehekê serdana Îranê kir û îro ji bo Cejna Qurbanê xwest vegere Herêma Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn derbasî Hewlêrê bibe.
Hate zanîn ku ligel Barzanî ferdên malbata wî hebûne û ji ber ku hêzên PDK’ê destûr nedaye vegere herêmê, neçar maye ku paşde vegere Îranê.