PDK'ê nehişt Waliyê Silêmaniyeyê derbasî Rojava bibe

Waliyê Silêmaniyeyê Aso Ferîdûn xwest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê PDK'ê nehişt.

Waliyê Silêmaniyeyê Aso Ferîdûn ji bo biçe serdana Rojavayê Kurdistanê çû Deriyê Sînor ê Sêmalka, lê asayîşa PDK'ê nehişt ew derbas bibe.

Waliyê Silêmaniyeyê Aso Ferîdûn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, "Malbata Barzanî nehişt ez derbasî Rojavayê Kurdistanê bibim. Di vê mijarê de min têkilî bi rayedarên pêwendîdar re danî û nerazîbûna xwe nîşan da. Niha li benda bersivê me. Çawa ku di navbera Silêmaniye û Hewlêrê de rê vekirî ye, divê di navbera Silêmaniye û Rojava de jî rê vekirî be. Yên ku rê li me girtine di dema dawî de dibêjin 'Em ê Kurdistana mezin ava bikin'. Lê belê rêya di navbera du bajarên Kurdistanê de digirin.