PDK'ê li Metînayê bendeke nû ya kontrolê ava kir

Hêzên PDK’ê di 28’ê Kanûnê de li gundê Xişxaşa yê Metînayê bendeke nû ya kontrolê ava kir.

Çekdarên ser bi PDK’ê ve di 28’ê Kanûnê de nîvrokî bendeke nû ya kontrolê li gundê Xişxaşa yê herêma Metîna ava kir.

Ji dema ku çekdarên PDK’ê xwe bi cih kirine heya niha xebatên bicihbûnê tên birêvebirin û kabîne û konteyniran bi cih dikin. Hat dîtin ku ev hêzên çekdar çekên xwe di pozisyona êrîşê de bi cih dikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, di heman demê de bendek jî li gundê Qumriyê yê herêma Metînayê hatiye bicihkirin. Lê nayê zanîn ku ev bend û nuqte ji bo xwebicihkirinê ye yan jî weke hêzeke teqwiyê wê were bikaranîn.

Piştî ev tevger û kiryarên PDK’ê dilgiraniyeke mezin ketiye nav xelkê heremê û ji tevgera PDK’ê ya çekdarî bi tirs û xof in.

Bi taybet piştî êrîşa li ser hêzên gerîla ku 13’ê Kanûnê li herêma Amediyê pêk hat, xelkê heremê naxwaze ku rewşeke dubare rû bide.