PDK'ê ji bo MÎT'ê baregehên nû ava kir

Piştî dagirkeriya li Bradost, Lêlikan û herêmên derdora wê, PDK ji bo artêşa Tirk baregeh û navendên nû çêdike.

Dewleta Tirk a dagirker li deverên dikevin Herêmên Parastinê yên Medyayê ku MÎT’ê diyar kirî di çarçoveya lihevkirina bi PDK’ê re bi pêşengtiya Fermandarê 1’emîn Hêza Destek a Pêşmerge Sihan Barzanî navendên nû û xalên çavdêriyê ava kirine.

Bi taybet li deverên ku MÎT’a Tirk diyar kirî, li gel yekîneyên taybet ên PDK’ê navendên nû tên avakirin û ji bo şopandina navendên gerîla, şêwazê tevgera wan, depoyên çek û cebilxaneyan, her wiha çavkaniyên wan ên fînanseyê bên kifşkirin û bi hevkariya Parastinê xebatên nû hatine destpêkirin.

BAREGEHÊN NÛ HATIN AVAKIRIN

Baregehên nû yên dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin wiha ne:

* Li xeta Bradost û Sîdekan navendên nû hatin avakirin.

* Li ser Girê Hesen Begên nuqteyên nû yên çavdêriyê hatin avakirin.

* Li aliyê dikeve Çiyayê Helgurt û Hecî Umran ku dikeve ser rêya gundê Xuşkan xebatên nuqteya çavdêrî û avakirina qereqolan kar destpê kirine.

* Li Çiyayê Hesaarî Serkan, li ser rêya Mexîman û sînorê Devera Dolan, dîsa li Rayat û Berde Zerdê qereqolên nû hatin avakirin.

* Piştî ku li herêma Gundêjor, Gundêjêr û Şereye nuqteyên kontrolê hatin avakirin û şûnde, ji wir jî derbasî herêma Belekatî bûn, li gel qereqolên Dêlzer û Berdeboşkan qereqolên nû hatin avakirin.

* Li ser girê Helemond ê dikeve pêşberî Zînî Wertê û derdora navçeya Rewanduzê leşkerên Tirk ên bi cilên pêşmergeyan hatine bicihkirin, li derdora Rewanduzê çekên giran şandin gundê Xiwarû.

 * Her wiha li Qesre, Bocar, Xaneq, Kolîtar, Mamerût, Pişt Mergê û Balayan qereqolên heyî hatin nûkirin, hejmara pêşmergeyên li qereqolên din jî hatine nûkirin.

JI PDK Û TIRKIYEYÊ KOMÎTEYA HEVPAR

Li gorî agahiyên hatin girtin, ji bo avakirina qereqolên nû û nûkirina yên berê komîteyek di navbera PDK û dewleta Tirk de hatiye avakirin. Ji bo avakirina van qereqolan jî PDK pereyên ji kaseya Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire, dewleta Tirk jî ji petrola ku Başûrê Kurdistanê ji bo Tiriyeyê diçe pêşwazî dike.

PIRANÎ DI BIN KONTROLA MÎT'Ê DE NE

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li hinek van qereqolan Hêza 80’î ya ser bi PDK’ê dimînin û bi taybet li qereqolên li herêma Bradost ku herêmên Belekatî û Rewanduzê kontrol dikin di bin kontrola MÎT’ê de ne. Her wiha çavkaniyan ragihandin ku berpirsê giştî yê Fermandariya Helgurt a PDK’ê Berhem Arif Yasîn tim agahiyan bi MÎT’ê re parve dike. Li gorî agahiyan, Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Parastin a îstixbarata PDK’ê ye, Fermandariya Sipêlk û Hêzên Piştewanî ya girêdayî Sihad Barzanî jî di nava vê planê de ne. Dîsa li gel pêşmergeyên li van herêman endamên MÎT’ê û hêzên taybet ên artêşa Tirk jî hene.

JI VIR TÊ KONTROLKIRIN

Di çarçoveya agahiyên ji van navend û qereqolên hatine çêkirin ji MÎT’a Tirk re diçe û li gorî van agahiyan cihên tên işaretkirin, tên hedefkirin û bombe kirin. Di van bomberdûmanan de sivîl dibin qûrbanî û bax û baxçeyên welatiyan wêran dibin. Her wiha dîsa pêşengên Tevgera Azadiya Kurd jî tên şehîdkirin.

Her wiha piştî êrîşên hemwext ên 15’ê Hezîrana 2020’an a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê yên dewleta Tirk a dagirker di serî de êrîşên li ser Heftanîn, Xakûrkê û herêmên dikevin sînorê Başûrê Kurdistanê derket holê ku bê avakirina van navend û qereqolan ji bo çi ye? Bi awayekî eşkere agahî û koordînatên ji van navendan tên dayîn qadên sînor û navendên gerîlayan tên hedefkirin.

KONTROLKIRINA HERÊMÊ BI RÊYA ÎSTÎXBARATÊ

Her wiha dîsa agahiyên ji nava gel tên girtin, ji bo pêşî li xwepêşandan û dijayetiyek pêk neyê, raste rast bi Parastinê re tê parvekirin û li gorî wê ew jî dikevin dewreyê û her kesê pêşengtî ji vê re bike serkut dikin. Mînakên vê jî ciwanên Şêladizê ku pêşengtî ji çalakiyên li ser baregeha Tirk re kirin bi SÎHA’yên Tirk hatin qetilkirin.

Herêm bi temamî dixwazin bi rêya torên îstixbaratî yên li herêmê hatine avakirin, kontrol bikin û bikarin ji hundir ve dagir bikin. Ji ber vê li herêmê rewşeke awarte heye. Li her deverê hêzên taybet ên ser bi PDK’ê hatine bicihkirin û li beramberî her hewldanekê operasyonên destgîrkirinê dane destpêkirin û dikin jî.

Heta niha di çarçoveya agahiyên îstixbaratî de bi dehan kes li van herêmên navborî hatine destgîrkirin û aqûbeta wan nediyarin. Li gel kiryarên li ser deverên sînor, li Dihok, Zaxo û Hewlêrê jî operasyonên destgîrkirinê hatine destpêkirin û her kesê li dijî vê yekê be tên girtin.

KARÊ ÇAPEMENIYA PDK'Ê: SÛCDARKIRINA PKK'Ê

Saziya Rewşenbîrî û Çapemeniyê ya PDK’ê dîsa Saziya Îstixbaratê ya PDK’ê Parastin ji bo kiryarên xwe yên li gel dewleta Tirk bidin nixûmandin û ji êrîşên dagirker ên Tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê jî rewa bidin nîşandan bi daxuyaniya PKK’ê sûcdar dikin û êrîşên artêşa Tirk rewa didin nîşandan. Ev jî dide nîşandan bê ka çiqas lihevkirine di nav hev de sincirî heye.

DAGIRKIRINA KERKÛKÊ BI RÊYA ENIYA TIRKMEN

Rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi rêya eniya Tirkmen li Kerkûkê li dijî vekirina bargeha hevbeş a ewlekariyê ya navbera pêşmergeyan û hêzên ewlekariya Kerkûkê dek û dolaban digerîne.

Ji bo bajarê Kerkûkê projeya dewleta Tirk a dagirker heye û ti gumanek nîne ku vê li dijî her xebatekî ku zirarê bide projeyên wî derbikeve. Ji ber ku niha nikare bi awayeke yekser û rasterast destwerdana kar û barê Kerkûkê bike, lewma bi rêya Tirkmenan wê yekê pêk tîne. Karên ku Eniya Tirkmen li Kerkûkê dike metirsîdarin, ji ber ku bi awayeke eşkere diyar dibe ku ew karên dike bi destûra Tirkiyê tê kirin û destê MÎT’ê li pişt wê heye. Hewldana ji bo pêkanîna karên bi vî rengî gefeke li ser ewlekarî û asayîşa bajarê Kerkûkê, her wiha ji holê rakirina yekîtiya neteweyî û yekgirtina hêzan a li bajêr e.

Di dema bihorî de ANF’ê bi hûrgulî qala tevgerên MÎT’ê ya li bajarê Kerkûkê kiribû weke mînak avakirina hêz û perwerdekirina wan a ji aliyê Tirkiyê ve. Wan hemûyan jî bi rêya Eniya Tirkmenî ve hatiye pêkanîn, li wir em dikarin bipirsin bê ka eger pêwîstiya bajarê Kerkûkê bi vekirina baregeha hêzên hevbeş nebe, çima pêwîstî bi amadekirina 400 çekdaran a ji aliyê Tirkiyê ve heye?

Li bajarê Kerkûkê beriya niha rêxistina MÎT’ê çendîn çalakî pêkanîn û ya herî ber bi çav jî teqîna li navçeya Musella ya bajarê Kerkûkê ye. Derbarê wê mijarê de Rêxistina Îstîxbarata Iraqê du tawanbar destgîr kir ku her du jî endamên rasterast ê MÎT’ê bûn.