ANALÎZ

‘PDK’ê di reva xwe de jî Êzidî qetil kirin’

3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzîdî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê yên hov ve hatin qirkirin. Dema çeteyan berê xwe da Şengalê pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku li pişt xwe binêrin Şengalê vala kirin û reviyan.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de civaka Êzîdî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve rastî qirkirinekî mezin hat. Weka tê zanîn civaka Êzîdî timî ji aliyê desthilatdar, nîjatperest û dewletên serdest ve rastî gelek jenosîd û fermanan hatiye. Fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an li ser civaka Êzidî pêk hat de, hêzên ku wê demê parastina Şengalê dikirin xwedî li Şengalê derneketin, çekên gelê Êzidî komkirin û civaka Êzîdî di nav pençên qirkirinê de hiştin û reviyan. Tevî ku ev êrîşên hovane li ber çavê tevahiya cîhanê pêk hat jî, li şûna ku bi erka mirovahî rabin, berovajî wê xwe ker, kor û lal kirin.

Di vê fermanê de bi hezaran kes hatin kuştin, dîl ketin destê DAÎŞ’ê, bi saxî hatin şewitandin, kal û pîrên hatin kuştin di gorên komî de hatin veşartin. Zarokan revandin û bi hişmendiya xwe ya hov perwerde kirin û di temekî biçûk de zewicandin. Bi hezaran jin di bazaran de firotin. Lê ya herî xirab û tiştê herî zêde gelê Êzidî êşand, helwestên PDK’ê yê xiyanetê bû. Ji ber nêzîkatiyên wan û kiryarên wan nehiştin gel parastina xwe bikin, li ber xwe bide û xwe ji mirinê rizgar bikin. Ji ber ku beriya DAÎŞ êrîş bike, çekên di destê gel de ji aliyê PDK’ê ve hate komkirin. Kiryarên PDK’ê yê xiyanetkar di dilê gelê Êzidî de birînên kûr vekir û ev yek bû sedema mirin, kuştin, talan, destdirêjî û revandinan.

BERXWEDANA GELÊ ZORAVA YA LI HEMBER PÊŞMERGERYÊN PDK’Ê

Di 3’ê Tebaxê de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi ser komelgehên Girezerik û Sîba Şêx Xidirê de girt şerekî pir dijwar û ne ji rêzê rû da. Pêşmergeyên PDK’ê yê navenda Şengalê bêyî ku parastina gelê Êzidxan bikin, reviyan û civaka Êzîdî di nav qirkirinê de hiştin. Lewma xelkê Zorava berê xwe didin cihê kontrolê ya ku li ser kolana Zorava yê. Li wir dibînîn ku pêşmergeyên PDK’ê amadekariya revê dikin. Li ser vê xelk pirs dikin, ma hûnê çi bikin? Hûnê bi ku ve diçin? Bersiva Pêşmerge jî dibe ev, ‘Bi rêbaza Barzanî em ê we biparêzin.’

Di wan kêliyan de xelkê Zorava agahî digrin ku pêşmergeyên PDK’ê yên navenda Şengalê li 3’ê baskan ve li Milê Şilo, xeta Qendilê re û li milê Iom Şebabît re direvin. Xelkê zorava diçin pêşiyê wan dibêjin 'her we li ber xwe neda û xiyanet li rêbaza Barzanî kir û we gel ne parast û hûn direvin qet nebe çekên xwe bidin me em ê li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin.’ Ev yek dibe sedema aloziyan di navbera xelkê Zorava û pêşmergeyan de. Ciwan û kalên Zoravayê dixwazin bi darê zorê çekên pêşmergeyan bigirin, di encama wê de 3 ciwanên komelgeha Zorava yê bi navê Elî Eliyas, Yûsif Xelf ku biraziyê Elî ye û ciwanê bi navê Ayad nayîf şehîd bûn û derdora 10 kesan jî sivik û giran birîndar bûn.  Ez bi xwe yek ji şahidê bûyera pêşmergeyan ku bê serûber gule li her kesî reşandin, xelkê Zorava jî bê bersiv nema û bersiva xwe di cih dan û bi dehan pêşmergeyên bazdayî kuştin, bi qasî nîv seatê şer dewam kir, pêşmergeyan miriyên xwe rakirin û çeteyan jî bi ser de êrîş kir.

DAÎŞ’Ê XWE LI BENDA PÊŞMERGEYAN GIRT HEYA REVIYAN!

Dema ku cenazyên hersê ciwanan hate rakirin û ber bi malên wan ve hatin şandin çeteyên DAÎŞ’ê jî ketibûn nava komlgeha Zorava, di bin tirs û xofeka mezin de cenazeyê her sê ciwanan ber bi Goristana Pîrê Ewra ku gel xwe spartibû wir bi rêkirin û li wir hatin veşartin. Birîndar jî ji ber birîna xwe dinalîn. Ji ber ku gel ji ber hatina DAÎŞ’ê xwe spartine cihên bi ewle û heya bijîşk jî tune bûn ku birînên wan derman bikin. Ji bo ku xwîn bisekine birîndaran ax di birînên xwe de dikirin.

JI BO RASTÎ DERNEKEVE HOLÊ PDK HER TIŞT KIR

Ew malbatên ku zarokên wan ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin, ji neçarî mîna her kesî berê xwe dana cihên bi ewle û derbasî Başûrê Kurdistanê û di wan wargehan de bicih bûn. Dema ku PDK bihîst ku ew malbat di wan kampandene yekser xwe gihandin wan û bi pere ew rastiya heyî veşartin û hevjîna yek ji wan şehîdan tevî zarokên wê bi pere derxistine derveyî welat û niha li Fransa bi cih bûne, Malbatên wan şehîdan jî soz dane wan ku ew ê tu carî behsa bûyêrê nekin û heya ku ji dest were ji ber çavên raya giştî xwe veşêrin.

Me gelek hewl da em xwe bigînin malbatên wan kesan lê xwe nedan ber û em bê bersiv hiştin.