'PDK'ê 3000 dengên sexte amade kiriye'

Hilbijartina pêşwext a Parlamenta Iraqê didome. Li gorî nûçeya Rojnewsê, PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye.

Proseya dengdanê ya ji bo hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku ji saet 07.00’an destpêkir û wê heya saet 18.00’an bidome. Heya niha tevî ku rayedar dibêjin dengdan bi başî birêve diçe, lê gelek medyayên mixalif radigihînin ku li hin deweran yasayên hilbijartinê hatine binpêkirin û alozî derketine.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya xwe dispêre çavkaniyên herêmî hatiye gotin ku PDK li navçeya Sêmêlê ya girêdayî Duhokê gefan li welatiyan dixwe da ku dengê xwe bidin namzedên PDK’ê. Ji bo vê yekê hin kesên çekdar bi cilên sivîl li dora navendên dengdanê bi cih kirine ku gefan li xelkê dixwin.

Her wiha hatiye ragihandin ku PDK nahêle penaber dengê xwe bikar bînin û wê êvarê ango dema dengdan aram de PDK dike ku li şûna penaberan deng bikar bîne an jî wê penaber di bin cavdêriya çekdarên wê de dengê xwe bidin.

Rojnewsê dîsa xwe sipartiye heman çavkaniyan û ji zimanê wan dibêje, “PDK wê sextekariyek mezin di van hilbijartinan de bike. Nêzî 3 hezar dengên sexte hatine amadekirin, PDK ji bo xelkê li vir yê Bakurê Kurdistanê kartên dengan amadekiriye. Bi taybet jî xelkê ji Colemêrgê li van derane hene. PDK nasnameyên sexte ji wan re çêkirine û wê di bin zexta PDK’ê de dengê xwe bikarbînin.”