Paşverûtî bû sedema jiyana jin a ciwan

Hate ragihandin ku li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan ji ber zextên malbatî xwe kuştiye.

Li gorî agahiyên ku Komeleya Mafê mirovan a Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşand, hatiye gotin ku roja Pêncşem a bihurî li bajarê Pîranşarê jineke ciwan xwe kuştiye.

Komele ku xwe dispêre agahiyên ji xizmekê yê wê jina ciwan, dide zanîn ku jina ciwan a bi navê Sarya Îbrahîmpûr dema ku xwestiye bizewice, di navbera bav û wê de nîqaş û alozî derdikeve. Piştre Sarya diçe û xwe darve dike û bi vî rengî xwe dikuje.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku hişmendiya zilamsalarî, nebûna piştevaniya yasayî ya ji bo jinan, zewicandina zarokan, zewaca bi darê zorê, paşverûtiya malbatî û civakî û pirsgirêkên aborî li tevahî Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê dibin sedemê zêdebûna xwekuştina jinan.