Partîzanekî adilan e

Partîzan êdî bi Zagrosan re bûye yek, bûye Zagrosiyek… Di dil de, di ruh de, di mejî de ji Zagrosan hez kir. Evîna rast wisa bû, evîna Zagrosan jî wisa bû, dema ku Zagros hez bike, te digre gel xwe nade kesî.

Ronahî Rojhat Memîra, yek ji wan gerîlayê azadiya Kurdistanê ye, bi hevrêyê xwe Partîzan Botan re têkoşîna azadiya Kurdistanê meşand. Di wan demên derbasbûyî de heybeyê xwe yê bîranînê heta devê wî tije kir û îro devê tûrîkê xwe ji bo naskirina hevrê Partîzan Botan heta dawî vedike. 

Evîneke bê hempa şîn bûye di dilê gelê Kurd de… Keç û xortên leheng neqş kiriye bi her awayî hêstên wêrek, di dilê xwe yê pîr û pak de… Evîndar, bi her awayî razî bû ji evîna xwe. Evîn her tişt bû ji bo evîndar. Can bû, jan bû, hesret bû, bêrîkirin bû, bayê demsalê, germahiya havînê bû… Qasî ku xweş bu ewqas jî şewat, qasî ku nerm bu ewqas jî hişk, qasî ku can bu ewqas jî jan…

Evîndar li li kolanan nas kiribû evîna xwe. Li kolanan dîtibû germahiya wê, li kolanan ketibû ferqa xweşîkbûyîna wê. Carna di hêviyê zarokêkî Kurd de, carna di hêsirê çavên dayîkêk de, carna rûyê demsalê carna jî kene li ser levan … Evîndar çi nedîtibû van kolanan? Evîndar şahîdiya çi nekirîbû? Evîndar çima bûbû evîndar? Kolan, qadên Kurdane. Şahîdiya Serkeşiya serhildanan dike, berxwedanan pêşwazî dike û berxên xwe himbez dike bi heskirinekî dayîkane. Dibe çeper berxwederan re, dibe dayik wan dirazîni li ser singa xweya pîroz. Dibe mamoste rastiyê jiyanê radixe ber çavan, dibe heval ‘ez’ dike ‘em’… 

‘LI SER TOVÊ XWE ŞÎN DIBE Û DIBE JÎN’

Adil jî yek ji wan zarokên van kolanan bû. Bê tirs, wêrek, jêhatî û delalê ber dilê dayika xwe… Adil, ji warê Egîda, cihê ku Fermandarên mezin û jîr wekî Reşît Serdar, Bargiran Erkendî, Herekol Memîra çavê xwe vê dinyayê vekiriye ji herema Botanê ji bajarê Sêrt ê ye. Botan; pişta gelê Kurd, Botan qiblegeha evîndaran, Botan hêlîna gerîla, dergeha jînê, fîşeka jiyanê, bi xwehdan û bi xwîna hezaran egîdan hatiye avdan botan… Ew jî wek pir malbatê me yên Kurd ji warê bav û kalên xwe hatiye mişext kirin. Her çiqas berê wî dabin xûrbetê jî, Adil ji rastiya xwe û ji rastiya gelê xwe dûr neketiyê û li hemberê her cûre tine kirinê jî li ser tovên xwe şîn dibe û dibe jîn… 

Sala 2012, Adil êdî dibe Partîzan…Dema ku berê xwe dide welat, xwe dide der hesreta dilê wî ya salan…Çiya ji Partîzan re dibe dayik, dibe bav, dibe heval, dibe yar… Partîzan Piştî perwerdeyên bingehîn berê xwe dide Zagrosan. Zagros warê Rojîn, meskena Devrîm, evîna Rocyaran… Zagros helîna gerîla kelaha berxwedanê. Zagros rê nadi xwînxwaran, di nav xwe da nahewînî tu zaliman.Sirê Zagrosan heskirine, ger tu hez bikî dibe derman, ger tu hez bikî dibe evînêk , ger tu hez bike dibe heval ,tere dibe dost bi te ra dibe can… Wisa bû Zagrosên me. Heval Partîzan jî yek ji wan hevalane ku bûye evîndarê Zagrosan. Sala 2013’an dema ku berê xwe dide Zagrosan ew dibe Mecnûnê Herkî, Bînbîr û Çarçel. Pir caran ji Gola Satê derbas dibe bi lez, ew ava zelal ya kaniya Şehîd Mervan dehan cara derbas dibe ji xum xuma wî. Bi Denîzan re, bi Nûmanan re, bi Dîcle, bi Kurdistanan re hevrêtî dike û bi hev re radikin barê şoreşê, bi  lêdixin ji eniya xayînan. Her bost xaka wê de ked dide xwêdan dirijîne. “

‘DI ENIYA ŞER DE PARTÎZAN’

Sala 2015 meha Tirmehê pevajoya bêçalakbûyînê xirab dibe û navbera tevgera me û dewleta Tirk a dagirkerde şer destpê dike. Şer bi giştî qirêjiya xwe ve xwe dide pêş. Ji aliyê dewleta Tirk ve her cûre teknîka giran tê karanîn. Bi dehan bi sedan balafirên şer berê xwe didin Kurdistan û şerêkî pir giran destpê dike. Hevrê Partîzan di vê demê de bi awayêkî aktîf bi rola xwe rabû û ji dijmin re dibe tirs û xof, ji hevrêyên xwe ra mertal… Xebatên giran û zehmette cih digre û ji tempoyê xwe qet tawîzan nadi. Demên dirêj Çarçella dimîne û piştre derbazî Eniya Cîlo dibe. Partîzan êdî bi Zagrosan re bûye yek, bûye Zagrosiyek… di dil de, di ruh de, di mejî de ji Zagrosan hes kir. Evîna rast wisa bû, evîna Zagrosan jî wisa bû, dema ku Zagros hez bike, te digre gel xwe nadi tu kesekan. Te himbêz dike û li ser singa xwe, te dirazîne xawêkî bêdawî… Çiyayên Zagrosan, hevrê Partîzan ji 29’ê Hezîranê sala 2020’an dixe himbêza xwe û li ser singa xwe dide razandin…”