Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê: Li Kerkûkê hewla provakasyonê tê dayîn

Partiyên Kurdî yên bajarê Kerkûkê ji bo bersivdayîna partiyên Ereb û Tirkmenî yên bajarê Kerkûkê civînek lidar xistin û ew alî bi “provakatoriyê” tawanbar kirin.

Piştî ku roja Dûşemî ya hefteya bihorî 3 partiyên Tirkmen û Encûmena Erebî bi civîneke çapemeniyê daxuyaniyek hevbeş dabûn ku têde daxwaza guhertina rêveberê nû yê komîsyona bilind a hilbijartinê ku para Kurdane kiribûn. Her wiha di daxuyaniyê de ew çar partiyên Tirkmenî û Ereb de rêveberê buroya Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinên Iraqê hatibû tawanbar kirin ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin.

Îro li bajarê Kerkûkê berpirsên yekem ên partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li baregeha Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) a bajarê Kerkûkê li hev civiyan û derbarê çend mijaran ku ya herî sereke jî ew bû ku bersiva her çar partiyên Tirkmenî û Ereb bidin ku Kurd bi pêkanîna sextekariyê ya di hilbijartinê tawanbar dikin. Her wiha partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê dibêjin: “Ew aliyane li Kerkûkê di nava hewldana provakasyonê de ne, ji berku ew aliyên Ereb û Tirkmenî ji eşkerebûna rastiya xwe ya li Kerkûkê ditirsin.”

Piştî civînê berpirsê Malbenda 2 a YNK’ê ya Kerkûkê Mihamed Osman li ser navê partiyên Kurdistanî yên bajêr hurdeguliyên civînê bi dezgehên ragihandinê re parvekir.

Osman di civîna çapemeniyê de behsa biryara hilbijartina 2021’an kir û got: “Di demekî de ku parlemento û komîsyona bilind a hilbijartina Iraqê biryar dabûn ku di meha 6 a sala 2021’an de pêvajoya hilbijartina parlemena Iraqê pêk bê, beşek ji partî û aliyên Erebî û Tirkmenî yên Kerkûkê ku nasnameya wan diyare bi daxuyaniyekê ve li ser berpirsê buroya Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinên Iraqê êrîşeke tund û ne rewa kirine. Ew partiyên Ereb û Tirkmen ji bo têkdana îtîbara şaxa Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinan ku saziyeke fermî yê Iraqê ye dest bi pêngavekê kirine û bi wê pêngava têkdana îtîbarê re netewa Kurd kirine armanca xwe ya ne rewa.”

Mihemed Osman wiha daxwazên hevbeş yên hemû partiyên Kurdistanî rêz kir:

1- Ji parlemena Iraqê dixwazîn ku bi lez pêwîstiyên zagonî li hemberî wê bê îtîbarkirinê pêk bînin û yên kiriyar li gorî yasa nêzî wan bibe.

2- Helwesta wan aliyan destpêkekî metirsîdar e ji bo derketina provakasyonê li bajarê Kerkûkê û di pêşerojê de her bûyera ku biqewime, em ne berpirsîn.

3- Israr dikîn ku dabeşkirina rayeyên ewlekarî û îdarî yên Kerkûkê li gorî ku hêjayê hilbijartin be were destgirtin û êdî aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê ji wê hilbijartina ku bi destxistine ne avêjin rexekê.

4- Helwesta wan aliyên Ereb û Tirkmenî li dijî zagonê ye, her wiha tirs û guman e di hilbijartinên pêşerojê, ji berku aliyên Ereb û Tirkmenî ditirsin ku rastiya wan ji kolanên Kerkûkê û Iraqê re bê eşkerekirin.

5- Em wek partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser bi hevrejiyanê israr dikin û radigihînin ku em ê rê li ber her provakasyonê bigrîn ku hin alî bi armanca têkdana wê biratî û hevrejiyanê ku bi sedan sale li parêzgehê heye, dixwazin pêkbînin. Di vî aliyê de partiyên Kurdistanî pêşengî dikin û wê bi hevrejiyana ku li Kerkûkê heye didomînin.